Bêcî hate kontrol kirin

kurdistani 12:10 PM - 2014-10-23
Bêcî hate kontrol kirin

Bêcî hate kontrol kirin

Şeva borî hêzên ewlekariyê yên Êraqê karîne derbeyên mezin li terorîstên DAIŞ bidin û biçin nava qeza Bêcî a ser bi parêzgeha Selahedînê her weha rêya serekî ya Bexdad- Kerkûk û Samura – Tikrîtê jî kontrol bikin, li bajaroka Cerf jî 100 terorîstên DAIŞ xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine.

Jêderekê ewlekariyê ji malpera Sebah a Êraqî re ragihandiye ku hêzên ewlekariyê yên artêşê û tevî polîsên Êraqê bi hevkariya fewca milîsên gel karîne biçin nava qeza Bêcî a ser bi Selahedînê û derbeyên mezin li terorîstên DAIŞ bidin. Her weha di operasyonê de karîne rêya Bexdad – Kerkûkê û Samura – Tikrîtê bi temamî control bikin.

Ragihandiye jî ku heman hêzên li navçeya Amiriyê ya ser bi felucê 3o terorîst kuştine.

Ji aliyekî dine ve jî li herdu navçe (Ebid Weys, Hucêr) a ser bi navçeya Cerf a biçûk jî 100 terorîstên DAIŞ xwe radestî hêzên ewlekariyê kirine.

 PUKmedia   

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket