Mela Bextiyar: Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê
kurdistani 03:00 PM - 2014-10-22Mela Bextiyar: Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê
Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar bi tev her yek ji endamê desteya kargêr Umer Fetah, endama encumena serkirdeyetiyê Belîse Cebar û berpirsê peywendiyên derve yê YNK`ê Tehsîn Namiq, li Silêmaniyê li baregeha mekteba siyasî pêşwazî li komîta karê derve ya Parlemantoya Birîtanya`yê kirin, komîte ji her yek ji Rêtçarid Otaway, An Kilod, Sandira Ozburin, Nehîm Zahawî û cîgira balyozê Îraqê li Birîtanya Xato Pelînda pêk dihat.
Mela Bextiyar di hevdîtina ku roj sêşemê 21 / 10 / 2014`e lidarket, diyar kir ku ew hêvîdare serdana komîta karê derve ya parlemantoya Birîtanya peywendiyên Kurdistanê û Birîtanya pêşve bibin û bi teybet di xizmeta prosa aştiyê de bin.
Mela Bextiyar bi girîngî bal kişand bi ser serdana hejmarek ji parlemanterên Birîtayna di vê demê de bo Kurdistanê û tekez kir Kurdistan û hêzên pêşmerge bi şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ dikin parêzvanî li azadî û hemû cîhanê dikin û divê mirovatî ji terorîstan bête rizgar kirin, her wiha cexit li ser wê yekê kir ku Kurdistan niha bereya pêşe ya berigirî li azadî û Demokrasiyê dike û eniya hemû siyasetmedar û partiyên ji destpêkêve parêzvanî li Kurdistanê dikirin bilind kir. Û wiha pê de çû: Îro eşkere bû ku her kesê ji beriya bi çel salîve parêzvanî li Kurd dikir, parêzvaniya rastiyan dikir û parêzvaniya wan ne ji boşiyê re bû.
Bi rewşa Îraqê ve girêdayî Mela Bextiyar da xuya kirin ku mixabin artêşa Îraqê, sazî û dezgehên ewlekariyê nekarîn Îraqê biparêzin û niha DAIŞ dest daniye ser bi sê parêzgehên Îraqê, her wiha hikûmeta Îraqê heya vê gavê ji bo rizgarkirina wan bajar û parêzgehan ti operesyoneke girîng birêve nebirî.
Ji aliyekî din ve Mela Bextiyar piştgirî û alîkariya hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ`ê, pêşkêşkirine giranbiha nirxand û daxwaz kir ev alîkarî û yarmetî berdewam bin û berferehtir bin.
Bi helwesta Kurd ve ya derbarê hevkêşeyên li navçeyê û Îraqê lidarin, Mela Batiyar da xuya kirin ku ji dema rêjîma Baas li Îraqê hate rûxandin ve Kurd herdem beşek bûn ji çareseriyê, weku çawa niha li berçave, Kurd hewldidin Îraqê ji gef û metiriyên terorê rizgar bikin, lê ligel vê yekê jî hêja di navbera Bexdad û Herêmê de pirs û kêşe lidarin.
Mela Bextiyar di beşek din ji axafitina xwe de ya di hevdîtinê de bal kişand ser bi gotegot û tewanbariyên dibêjin ku Kurd dixwazin cuda bibin û da xuya kirin ku beşdarbûna Kurd di hikûmeta nû ya Îraqê de ev gotegot vala derxistine, û wiha pê de çû; Lê eger Kurd bixwazin xwedî dewleteke serbixwe bin û helûmerc guncew bin, wê demê ev yek ji mafê me ye û ne tewaneke, tawan ewe ku tu di welatekî dewlemend be weku Îraqê û ti nikarê be mafên xwe yên demokratîk bi kar bîne yan cîbicî bike.
Serokê komîta karê derve ya Parlemantoya Birîtanya`yê ji aliyê xwe ve ji ber ku Kurdistan bereya pêş a berevanî li azadî û demokrasiyê dike, tekez li ser girîngiya Herêma Kurdistanê li navçeyê kir û got: Weku berevanên azadî û demokrasiyê em bextewerin ji ber ku em ligel Herêma Kurdistanê di hevrêziyê û hevkariyê de ne.
PUKmedia/ Pukpb.org
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24