Xeberek xweş ji Kobanê

kurdistani 03:15 PM - 2014-10-20
Xeberek xweş ji Kobanê

Xeberek xweş ji Kobanê

Şeva borî heya îro 20/10/2014 şer li Kobanê berdewam bûye û terorîstên DAIŞ xwestine ji çend qolan biçin nava Kobanê lê belê bi tundî şervanên YPG bersiva wan daye û hejmarek zor ji çeteyên DAIŞ kuştine.

Çalakvanê siyasî li nêzîkî Kobanê Arî Herkî ji PUKmedia`yê re ragihand: Ji şeva borî ve şer li Kobanê berdewame û terorsîtên DAIŞ xwestine ji çend qolan ve êrişî hêzên YPG bikin lê bi tundî bersiva wan hatiye dan.

Got jî: Li rojhilata Kobanê jî çeteyên DAIŞ êriş kirin lê belê ji aliyê şervanên YPG ve ew êriş hatin şiknandinê û çendî çete hatine kuştin û niha jî çendîn termê çeteyan ketiye destê şervanan.

Diyar jî kir ku li navçeya şaredarî ya bajêr jî 9 çete hatine kuştin û li başûrê Kobanê jî şer bi giranî berdewam bûye û bi dehan çete li wir hatine kuştin û termê 10 terorîstan ketine destê hêzên YPG li gel çendîn çek û teqemenî.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket