Şanda HDP`ê ji Qendîlê vegeriya û KCK`ê Tirkiyê hişyar kir
kurdistani 09:01 PM - 2014-10-19KCK`ê Tirkiyê hişyar kir
Şanda HPD`ê şerdana Qendîlê kir, vegeriya Tirkiyê û derbarê hevdîtina xwe de ya ligel rayedarên KCK`ê da xuyaniyek nivîskî da.
HDP`ê di da xuyaniya xwe de ragihand ku KCK`ê bi riya şandê hikûmet hişyar kir û daxwaz kir ku pêngavên ber bi çav bêne avêtin,her wiha diyar kirin ku rayedarên KCK`ê gitin; "Ji bilî gava şênber em ê ti helwestê qebûl nekin" û derbarê pêşnûmeya –qanuna nû ya AKP`ê nerazîbûn xwe diyar kirin.
Şanda HDP`ê ji Cîgirên Serokê Koma HDP`ê di parlemantoya Tirkiyê de Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, şandê Di daxuyaniyê de got: "Heyeta me di 18'ê Cotmehê de bi rayedarên KCK'ê re li Qendîlê civîneke bi qasî 7 demjimêran lidar xist. Di civînê de, di serî de pêvajoya çareseriyê û rewşa Kobanê, mijarên li Rojhilata Navîn qewimîne, xebatên li ser kongreya neteweyî, nêzîkatiya AKP'ê ya ji pêvajoya çareseriyê re, protestoyên ji bo Kobanê û polîtîkaya li ser Rojava, bi berfirehî hatine nirxandin."
Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Heyeta me, pêşnûmeya nexşeya rê ya di encama hevdîtinên li Enqereyê de wergirtî, ji rayedarên KCK'ê re ragihand. Di civînê de rayedarên KCK'ê dan xuyakirin ku helwesta mijûlkirinê ya AKP'ê der heqê pêvajoyê de dewam dike, mekanîzmayên pê muzakere destpê bikin hînê nehatine avakirin û tevî bangên wan û hemû derdorên demokratîk ên di vî warî de, ev polîtîka neguheriye.
Rayedarên KCK'ê diyar kirin ku di warê derbasbûna muzakereyê de êdî cihê gotinê nemaye û destnîşan kir ku li gorî gavên pratîkî yên bên avêtin ew ê helwesta pratîkî nîşan bidin. Rayedaran hişyarî dan û gotin, "Bêyî gaveke şênber, ti helwest wê ji aliyê tevgera me û gelê me ve neyê qebûlkirin'. Rayedarên KCK'ê gotin, 'Divê raya giştî bizanibe, ku eger muzakere destpê bike, ew ê helwesta xwe ya bi berpirsyar a li pêşberî pêvajoya ku Rêbertiya me daye destpêkirin û heta roja îro bi fedekariyeke mezin aniye, dewam bikin.'"
Bi rewşa Kobanê û Rojava ve girêdayî, Heyetê got ku KCK`ê da xuya kirin; Girînge rewşa li Kobanê ji niha û pê ve jî ji aliyê gel ve bi berpirsyariyeke mezin bê şopandin û ev yek jiyanî ye. Her wiha destnîşan kirin ku konsepta tinekirina hemû destketiyên gelê Kurd a di ser şoreşa Rojava de tê meşandin, dewam dike."
Bi xebatên kongira Netewî ve girêday, heyetê diyar kir ku KCK'ê gotî: Di pêvajoyeke bi vî rengî de bal kişandine ser girîngiya Kongreya Neteweyî ji bo gelê Kurd û di vê dema ku bingeha Kongreya Neteweyî xurt bûye de, li ser vê bingehê banga hişyarî û berpirsyariyê li hemû partî û rêxistinên Kurd hatine kirin.
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
10:10 PM - 2024-04-19
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Pêşxistina mûçeyên karmendan pêwîstî bi erêkirina Bexdayê heye
Kurdistan 12:03 PM - 2024-04-20