YPG: 10 xal ji destê çeteyên DAIŞ der xistin

kurdistani 07:13 PM - 2014-10-19
şerê YPG`ê li Kobanê

şerê YPG`ê li Kobanê

Navenda çapemanî û ragihandinê ya Yekîneyên parastina gel YPG`ê ragihand ku êvara bihurî şervanên YPG`ê li Kobanê di encama çer û pevçûnên dijwar de 10 xal ji dest çeteyên rêxistinaterorê DAIŞ derxistin û 48 çete kuştin, her wiha diyar kir ku sê şervanên YPG`ê bi lehengî tevlî karwana şehîdan bûn.

Di daxuyaniya Navenda çapemeniya YPG’ê de ya kopyeke jê PUKmedia wergit detayên şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hatine diyar kirin û ev agahî hatin parvekirin;

"Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo dagirkirina Kobanê di roja 34'an de dewam dike. Li dijî vê yekê berxwedana şervanên YPG/YPJ û gel her roj bi hêz dibe.

Çeteyan doh ji qadên cûda hêzên alîkar anîn û êrîşek nû dane destpêkirin. Doh ji danê sibê heta êvarê çeteyan gelek topên hawanê avêtin navenda Kobanê. Danê êvarî jî bi 2 tirimpêlên bombebarkirî êrîşek xwekujî pêk anîn. Piştre jî li pey hev li eniya Rojhilat, Başûr-Rojhilat û Bakur-Rojhilat êrîş kirin. Hêzên me ev êrîş şikandin û derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li navenda bajêr hin nuqteyên çeteyan bi dest xistin û pêş ve çûn.

Çeteyên DAIŞ'ê doh bi şev ji Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Kobanê ji 2 milan ve êrîş kirin. Êrîşên wan heta danê vê sibê dewam kir û piştre têk çûn. Li vê derê di şer de li gorî hat tesbîtkirin 16 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn.

Li Bakur-Rojhilat hêzên me derbasî êrîşan bûn û 3 cihên ku çete dagirkiribûn ji dest wan hat girtin. Li gorî hat tesbîtkirin li vê derê jî 8 çete hatin kuştin. Hêzên me her wiha 1 BKC, 1 B7, 2 kilaşînkof, gelek cebilxaneyên van çekan, 1 dûrbîna şevê û 1 dûrbîna rojê desteser kirin.
Li eniya Başûr hêzên me êrîş kirin û 3 nuqteyên ku çeteyan dagirkiribûn ji dest wan girtin û gavekê pêş ve çûn. Li vê deverê  jî 8 kuştiyê çeteyan hat tesbîtkirin.

Li eniya Başûr-Rojava hêzên me êrîşî çeteyan kirin û 2 nuqte ji destê wan derxistin. Hêzên me li vê derê jî 7 kuştiyên çeteyan tesbîtkirin.
Li eniya Rojava li ser riya gundê Minazê hêzên me li dijî 2 nuqteyên çeteyan çalakiyek lidar xistin. Her 2 noqte jî ji çeteyan hat girtin. Li gorî hat tesbîtkirin 6 çete li vê derê hatin kuştin.

Doh ji nîvroj heta danê êvarî 5 km li Rojavayê Kobanê li gundê Zorava û derdora wê di navbera hêzên me û çeteyan de şer qewimî. Hêzên me li vê derê 3 kuştiyên çeteyan tesbîtkirin.

3 hevalên me ku parastina Kobanê bi îrade û fedekariya xwe bi rêve dibirin di şerê doh de gihîştin şehadetê.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket