Li Silêmaniyê zanyarên ola Îslamê tewanên DAIŞ şermezar kirin

kurdistani 06:31 PM - 2014-10-19
Li Silêmaniyê zanyarên ola Îslamê tewanên DAIŞ şermezar kirin

Li Silêmaniyê zanyarên ola Îslamê tewanên DAIŞ şermezar kirin

Li bajarê Silêmaniyê îro yekşemê 19 / 10 / 2014`e li mizgefta Ehmedî Hac Elî bi durşmeya (Rola zanyarên Kurd li beremberî DAIŞ û kiryarên wê yên hov) smînerek birêve çû.

Smîner ji aliyê Yekîtiya Cîhanê ya Îslamî û bi hevkariya Yekîtiya Jinên Musilman, Partiya Îslamî û komeleya Îslamî ya Kurdistnanê li Silêmaniyê hate birêxistin kirin, her wiha parêzgarê Silêmaniyê bi tev hejmarek ji zantarên ola Îslamê beşdarî semînerê bûn, serokê Yekîtiya Îslamî ya cîhanê Profsor Elî Qeredaxî di semînerê de derbarê rêxistina terorê DAIŞ, kiryarê wê yên hov û hêzên navdewletî yên piştgiriyê li DAIŞ dikin gotarak pêşkêş kir û da xuya kirin ku ev yek bi armanca reşkirina ola Îslamê û musilmanan tê kirin.

Qeredaxî ji PUKmedia yê re axivî û tekez kir ku; Ev komên terorê bi van kiriyarên xwe yên terorê û hov, hewl didin Îslamê reş bikin, yekîtiya musilmanan têk bibin û ola Îslamê ya banga pêkve jiyanê û hezkirinê dike tarî bikin, her wiha da xuya kirin ku ev komên terorê çetene li dijî Êraqiyan û welatiyên sivîl tewanan pêk tînin nasnameya Îslamê reş dikin li gorî ejîndeyên biguman tevger dikin, Îslam ji van dûre.. divê hemû cîhan li seren serî welatên Musilmanan şerê wan bike û rû bi rû li dijî ramana terrorist a van koman raweste.

PUKmedia / Xalid Necar / Silêmaniyê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket