Xwekujekî DAIŞ namzetê parlemana Misrê bûye

kurdistani 04:26 PM - 2014-10-19
 Xwekujekî DAIŞ namzetê parlemana Misrê bûye

Xwekujekî DAIŞ namzetê parlemana Misrê bûye

Kandîdê hilbijartinên berê yê parlemana welatê Misrê ku ser bi îslamiyên tundrew yê wî welatî ye çûye nava rêzên DAIŞ û li hemberî hêzên artêşa Êraqê kiryarekî xwekujî encamp daye.

Malpera (Al-Misrî El-Yewm) belav kiriye ku, Ehmed Durî ku pêştir xwe jibo hilbijartinên parlemana Misrê namzet kiriye çûye nava rêzên terorîstên DAIŞ û xwe bi hêzên artêşa Êraqê ve teqandiye.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku, Ehmed El-Durî pêştir postê xwe yê ewlekarî li serdema hikûmeta mursî de hebûye.

Malperê cext li wê yekê jî kiriye ku, Ehmed El-Durî piştî ruxandina hikûmeta Mursî nûçeya kuştina wî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Misrê ve hatibû belav kirinê lê belê çend çavkaniyan diyar kiribûn ku El-Durî bi nexweşiya penceşêrê jiyan ji dest daye.

Jêderên ewlekariyê ên Êraqî jî amaje bi wê yekê dikin ku (Ehmed El-Durî) li navçeyên cuda ên bajarê Tikrîtê bûye û yek ji wan terorîstan bûye ku sivikatî bi termê serbazên Êraqî kiriye.

PUKmedia/Saman Elî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket