Kobanê: YPG, 4 noqte ji DAIŞ paqij kirin

kurdistani 02:38 PM - 2014-10-19
Kobanê: YPG, 4 noqte ji DAIŞ pakkirin

Kobanê: YPG, 4 noqte ji DAIŞ pakkirin

Şevê borî çekdarên DAIŞ li herêma Kobanê ji 4 aliyan ve êrîşî bajêr kirin û şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pevçûnan de Yekîneyên Parastina Gel bersiva êrişan dan û 4 noqte ji çeteyên DAIŞ paqijkirin û bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên DAIŞ’ê şevê din li aliyê rojhilatê bajar ji 3 aliyan ve êrîş kirin. Êrîşa yekemîn a çeteyan li aliyê Sûka Sewze pêk hat û li ser bersivdayîna YPG’ê şerên dijwar derketin. Di encama şerê li vir de gelek çete hatin kuştin û 2 noqte ji çeteyan hatin peqijkirin.

Li gor nûçeyê êrîşa duyemîn a çeteyan jî li aliyê Şaredariya Bajar pêk hat. Di şerê li vir de jî gelek çete hatin kuştin û cenazeyê 4 ji wan hîn li erdê ne.

Êrîşa sêyemîn li aliyê Kaniya Kurdan pêk hat. Di şerê li vir de jî êrîşa çeteyan hate şikandin û 2 noqte ji çeteyan hatin paqijkirin û gelek cebilxane hatie desteser kirin.

Her wiha çeteyan şevêdin li eniya rojhilat bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk anîbûn, lê herdu wesayît jî ji aliyê YPG’ê ve hatibûn îmhakirin.
Li başurê rojhilatê bajar çeteyan xwestin êrişî herêm Qada Azadî kirin. Li ser bersivdayîna YPG’ê pevçûn derketin û gelek çete hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li başûrê bajar jî hêzên YPG’ê li dijî 2 noqteyên çeteyan çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de herdu noqte hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket