Erdogan 4 mercan bo şerê li dijî DAIŞ radighîne

kurdistani 01:39 PM - 2014-10-19
 Erdogan 4 mercan bo şerê li dijî DAIŞ radighîne

Erdogan 4 mercan bo şerê li dijî DAIŞ radighîne

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihand ku welatê wî tevlî operasyonên hevpeymanên navdewletî ya bi serokatiya Emerîka li dijî rêxistina DAIŞ nabe eger daxwazên wan neyê cî bi cî kirinê.

Erdogan di serdana xwe ya li Efxanistanê de ragihand ku Enqerê 4 daxwazî pêşkêşî hevpeymanên navdewletî derbarê Sûriyê de kirine. Ew jî ragihandina navçeyek ji firînê re qedexe, avakirina navçeyekî aram, perwerdekirina opozisyona Sûrî û biçekkirina wê û her weha li dijî rêjîma sûrî bi xwe jî operasyon bêne lidar xistinê.

Teyîb Erdogan teqez kir ku bi bê qebûlkirina van mercan, welatê wî nikare beşdarî lit u operasyonên hevpeymanan bike.

Di heman babetê de cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Qurtulmuş ragihand ku Enqere avakirina navçeyekî aram li nava axa xwe jib o pasrastina sînorê xwe xistiye rojevê.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket