Ebadî; Ji bo avakirina peywendiyan ligel PKK`ê ti astengî nînin

kurdistani 05:47 PM - 2014-10-18
Ebadî; Ji bo avakirina peywendiyan ligel PKK`ê ti astengî nînin

Ebadî; Ji bo avakirina peywendiyan ligel PKK`ê ti astengî nînin

Serokwezîrê Federal Heydar Ebadî da xuya kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê jiyana welatiyên sivîl parast, her wiha karê ku divya rêxistinên mirovî yên navdewletî bikin da ser mile xwe û welatiyên sivîl ji rewşên zor [ dijwar rizgarkirin.

Ebadî di hevpevêneke xwe de ligel kenala El-Hurra ji ber xebata PKK`ê di parastina welatiyên sivîl de û ew ji rewşên zor û dijwar rizgar kirin li deverên ku rastî êrişa rêxistina terorê DAIŞ hatine, spasî li PKK`ê kir.

Her wiha derbarê biryara Parlemantoya Tirkiyê de ya rê da artêşa Tirk li derveyî xaka Tirkiyê şerê PKK`ê bike, Ebadî got; Li ser xaka Êraqê em li dijî her êrişeke Tirkiyê ne li dijî PKK`ê , û eger  welatek hewl bide sînorên me derbas bike ew`ê ji bo me dujimin bête dîtin.

Ebadî wekî din bal kişand ser bi peywendiyên di navbera PKK`ê û Êraqê de û got; Hikûmeta Tirkiyê berdewame di danûstandinên xwe de ligel PKK`ê, ji ber vê yekê  ji bo em peywendiyên ligel PKK`ê damezrînin û bi mebesta parastina jiyana welatiyên sivîl li deverên şer lê lidarin rêkeftinan ligel saz bikin ti astengî li pêşberî me nîn.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket