Jinên Kurd li Kobanê destanên qehremaniyê dinivîsînin

kurdistani 01:48 PM - 2014-10-18
.

.

Di berxwedan û qehremaniy Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li kantona Kobanê li dijî êrşiên terorîst û hovane ya rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şam (DAIŞ) de destaneyên qehremaniyê hatin nivîsandin û tişta ku bala hemû cîhanê kişand berxwedan û qehremaniya jina kurd bû li Kobanê.

Her weha tişta ku bala hemû çapemeniya cîhanê jî kişand yek jê fermandara giştî ya hêzên YPG li kantona Kobanê, Nalîn Efrîn bûye ku serpereştiya şerê li dijî hovîtirîn rêxistina terorê li cîhanê dike.

Her weha qehremaniya her yek li şehîd Ceylan û Arîn Mîrkan jî bûne sembola berxwedan û qehremaniya jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê û cihekî taybet di çapemeniya cîhanî de git.

Fermandareka jin li Kobanê serpereştiya şervanên Kurd dike

Fermendara Jin a YPG`ê Meysa Ebdu serpereştiya hêzên Kurd ên li berember êrişên rêxistina terorê bervanî li bajarê Kobanê dikin dike.
Çalakvanên Sûrî diyar kirin ku fermandara jin Meysa Ebdu ya bi navê xwe ya tevgerê Narîn Efrîn tê nas kirin li gel fermandar Mehmûd Berxwedan serpereştiya berxwedana hêzên Kurd YPG`ê li Kobanê dikin.

Şervanên YPG`ê li bajarê Koabnê ya Rojavayê Kurdistanê li beremberî êrişên rêxistina terorê DAIŞ a hewildide bajarê Kobanê dagir bike,berxwedaneke bê hempa birêve dibin.

Fermandar Meysa Ebdu (40 salî ) weku hemû şervanên Kurd xwedî naveke tevgerê ye û bi navê Narîn Efrîne tê nas kirin, Eferîn devera ku jê ji dayîk bûye û ew jî yek ji Kantonên Rojavayê Kurdistanê ye.

Çalakvan ji Kobanê Mustafa Endî ji Firans pirsê re da xuya kirin ku kesên wê nas dikin dibêjin ew jineke rewşenbîre, jîr û amoşe.
Her wiha da xuya kirin ku çendê jiyana leşkerî zor û dijware lê ew nimûneyeke di exlaq û jiyan xwe de, derûniya şervanên xwe baş nas dike têdighêje û pirsgirêkên şervanên xwe ligel wan goftûgo dike.

Çi ji Sûriyê yan Êraqê gelek jin çek hilgirtine û bi teybet di nav refên Partiya Karkerên Kuristanê PKK`ê de.
Hêjayî gotinê ku şervana jin a YPJ`a Mirkan Efrîn roja 5 îlonê li bajarê Kobanê li dijî çekdarên rêxistina terorê çalakiyek fedayî pêk anî û di encamê de gele çekdarên DAIŞ kuştin.

Fermandara Kobanê “Nalîn Efrîn” bo jinên Kurd peyamek rê kir

Eve 30 roje terorîstên DAIŞ bajarê Kobanê dorpêç kirine û bi hemû awayî bajêr bombarduman dikin û hewl didin dagîr bikin,lê belê bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hewlên çeteyên DAIŞ şikestin û di demekê de ku lit u cihekî û bi çi curê hevkariyên serbazî û mirovî bo YPG û YPJ û xelkê nava bajêr re nehatin şandin lê belê berxwedan û parastina wî bajarî tenê kariye terorîstên DAIŞ bişkîne.

Hemû ew hêzên Kurdî ên li nava Kobanê hene ji aliyê fermandareka jin ve serpereştî tê kirin ku eve jî bala hemû cîhanê kişandiye û li hindek welatan bi sembola qehremaniyê binav kirine.
Fermandar Nalîn Efrîn ku eve 30 roje li nava bajarê Kobanê fermandara gişt hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye bi rêya PUKmedia`yê re peyamek arasteyî hemû gelê Kurd bi taybetî jinên Kurdistanê li her çar parçeyan û tevahiya jinên cîhanê kiriye.

Eve naveroka peyamê:

Jib o tevahiya gelê Kurd li hemû cîhanê û bi taybet Kurdistana mezin
Ji bo jinên kurd û jinên cîhanê

Eve 30 roj berxwedana me li Kobanê jib o berevanî li axa Kurdistanê û şikandina zincîreyên dijminkarî û koletî û reşperestî û dijminê mirovahiyê bûye.

Em weku keçên gerîla amadene heya dilopa xwîna xwe a dawî şeref û namûsa gelê bindest biparêzin û bergîrî lê bikin.
Ey keç û jinên Kurd niha dema wê ye ku ew zincîrên ku hezaran sale ji aliyê kevneperestiyê ve hatiye dirustkirinê bo kolekirina jin, niha ew zincîre di destê me de ye û kevneperest û terorîstên tarîstanê em pê girê didin, bila jinên Kurd mil bi mile birayên xwe agirê berxwedanê bihêztir bikin.

Dilniya bin ku hîna destpêka berxwedanê ye û em berdewamin û emê ji hemû keçên Kurd re ji Leyla Qasim, Birîtan heya Zîlanan biselmînin ku dawiya terorîstan li ser axa me ye û bi destê jinên Kurd e.

Jinên Kurd li Kobanê qurbanî didin û bi xwîna xwe axa wê av didin taku xweşî û aştî vegere.
Jinên Kurd li Kobanê dibin goka agir û xwe bi kevneperestan da diteqînin, ew jî weku Arîn mîrkan. Ji bo vê jî em hemû amadene weku hevala Arîn Mîrkan xwe bi terorîstan de biteqînin û ti carî em rê nadin xewnên wan bibin rastî bo dagîrkirinaa axa pîroz a kurdistanê û bo jinavbirina gelê me.

Berxwedan berdewame û serkeftin nêzîke…
Fermandar Nalîn Efrîn
Fermandara gitş ya hêzên Yekîneyên Parastina Gel li nava bajarê Kobanê
15/10/2014


Ceylana YPG`lî ji bo nekeve destê DAIŞ, fîşeka dawî li xwe xist

Keça Kurd a 19 salî Ceylan Ozalp xelkê bajarê Batmanê ya bakûreê Kurdistanê ye ji bo şerê li dijî DAIŞ çû Kobanê û tevlî refê YPG bû, Ceylan jib o ku nekeve destê terorîstên DAIŞ fîşeka dawî box we dihêle û intîhar dike.

Li gor nûçeya rojnameya Radikal a Tirkî belav kiriye ku, keça Kurd û şervana YPG`ê,  Ceylan Ozalp bi navê kod (Berîvan Sason) ya 19 salî li eniya şer a başûrê rojhilata Kobanê de şerê DAIŞ dikirin.

Li gor nûçeyê Ceylan li gel grupa şervanên YPG ketina çempera çekdarên terorîstên DAIŞ`ê û hevalên wê şehîd bûne û jibo ku nekeve destê DAIŞ, Ceylan Ozalp bi cîhaza betêlê (Telsizê) li gel hevalên xwe axiviye û xatir ji hevalên xwe xwestiye û gotiye hevalên wê şehîd ketine ew jî niha jibo nekeve destê DAIŞ`ê ewê fîşeka xwe ya dawî li xwe bixwe û intîhar bike.

Ceylan, meha borî li Kobanê daxuyaniyeke dabû peyamnêrê BBC`yê (Gabriel Gatehouse) yê ku çûbû Kobanê û ji nêzîk ve rewşa şer dişopandin.

Ozalp di wê raportaja xwe de ji peyamnêrê BBC re ragihandibû ku dema çekdarên terorîst ên DAIŞ , şervanên jin ên YPG dibînin gelekî ditirsin.

Şervana YPG`ê Ceylan Ozalp di wê raportaja xwe jî gotibû ku jibo ew nekeve destê çekdarên terorîstên DAIŞ ew xwekuştinê tercîh dike.
Şervana YPJ`e Arîn Mîrkan li dijî DAIŞ çalakiyek fedeyî pêk anî

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê berxwedana şervanên Kurd YPG`ê û YPJ`e li bereberm êrişên rêxistina terorê ya hov DAIŞ berdewame û heya niha ligel ku her çendê rêxistina terorê bi hemû hêza xwe û çekên giran ên di dest de êriş dike ser bi Kobanê rê nedena çeteyên DAIŞ bikevine bajarê Kobanê.

Li hember êrişan şervanên YPG`ê û YPJ`a afsaneyên qehremaniyê bi berxwedana xwe dinivîsînin û herî dawî şervana Jin Arîn Mîrkan ji bo rê li ber pêşveçûna DAIŞ berve bajarê Kobanê bigre çalakiyek fedayî pêk anî û di encama çalakiya xwe de bi dehan çete kuştin û bê bandor kirin û êrişa çeteyan têkşikand.

Yekîneyekîn Parastina Gel YPG`ê duh bi beyannameyekê ragihand ku şervana YPJ`a Arîn Mîrkan a yek ji fermandarên hêzên YPJ`a ye li dijî çeteyên rêxistina terorê DAIŞ li Miştenûrê çalakiyeke fedayî encam da, bi bombeyên li ser bedena xwe êriş kir û gelek çete kuştin, canê xwe kir feda û tevlî karwana pakrewanên Kurd û Kurdistanê bû.
YPG`ê da xuya kirin ku “Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên  bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û ketine roja 20’an, hêzên me bi vîneke  ji pola liberxwe dide. Îro ji saetên serê sibehê ve li 50 noqteyên cuda ku navenda wan taxên Megtel û Botan ên li başur û rojhilatê Kobanê ne, pevçûnên gelekî dijwar û sing bi sing jiyan dikin. Di van pevçûnan de 74 çeteyên hatine kuştin.
YPG`ê wekî din diyar kir ku 15 şervanên YPG`ê bi  cesaretek mezin û lehengî  şerkirn û gihîştine şehadetê.
YPG`ê da xuya kirin ku yek ji şervanên şehîd bûne şervana Jin Arîn Mîrkane ya çalakiyekî fedayî lidarxist û di encamê de gelek çete kuştin YPG`ê ev çalakî wiha nirxand û got:Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwsît bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.

YPG`ê û YPJ`a Nasnameya  şehîd Arîn eşekre kir û eve nasname:
Nasnav: Arîn Mîrkan
Nav û Paşnav: Dilar Gencxemîs
Navê Dayikê: Wahîde
Navê Bav: Şûkrû
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Cotmeh 2014 /Kobanê”
Hêjayî gotinê ye ku çalakiya fermandar Arîn Mîrkan a li dijî DAIŞ di nav ragihandina Ereb û navnetewî dengveda û gelek kenalên televizyon û ragihanfê behsa çalakiyana şervana Jin a YPJ`a li dijî rêxistina terorê DAIŞ kirin.

Navê Şehîd Ceylan Kobanê li Helebçe li baxçeyekê kirin

Li beramber berxwedan û fedekariya keçên kurd li Kobanê û her weha bê helwestiya parlemanê bo nasandina kantonên Rojavayê Kurdistanê, serokayetiya şaresariya Helebçe biryar da ku navê baxçeya parlemanê li Helebçe biguhêre û navê şehîd Ceylan Kobanê (Ew keça Kurd ku jib o nekeve destê DAIŞ bi fîşekekê dawî li jiyana xwe anî) lê kirin.

Serokê şaresariya Helebçe Xidir Kerîm bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re ragihand: Li hemberî rêza me ji endamên parlemana Kurdistanê û her weha nîgeraniya me li ne nasandina kantonên Rojava û destkarîkirina li sirûda Ey Reqîb weku helwest me baş dît navê baxçeya parlemanê biguherin û bikin baxçeya Ceylan Kobanê.

Xidir Kerîm got: Em xebat û berxwedana hêzên Pêşmerge û YPG û PKK û hemû hêzên azadîxwazên gelê me bilind dinirxînin û em vê jî dikin yekemîn baxçe bi navê keçeke mêrxas ku bû bi semboleke berxwedanê li nava çapemeniya cîhanî û navxweyî.

PUKmedia /taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket