Wezîrên Kurd sûnd dixwin

kurdistani 01:10 PM - 2014-10-18
Wezîrên Kurd sûnd dixwin

Wezîrên Kurd sûnd dixwin

Wezîrên Kurd û wezîrên navxwe û yê berevaniyê ya êraqê li encûmena nûneran a Êraqê sûnda yasayî dixwin û destbuikarbûna wezîrên Kurd jî karîgeriya xwe erênî dibe.

Cîgirê serokê parlemana Êraqê Aram Şêx Mihemed di beyannamekê de ku wêneyek şandiye ji PUKmedia`yê re ragihandiye: Îro 18/10/2014 encûmena nûneran a Êraqê deng dide wezîrên Kurd ku ji her yek li (cîgirê serokwezîran Roj Nurî Şawîs, wezîrê darayî Hoşyar Zêbarî, wezîrê koçûkoçberan Derbaz Mihemed, wezîrê rewşenbîrî Firyad Rewandizî, wezîrê dewletê Saman Ebdula û wezîrê karûbarê jinan Beyan Nurî) pêk tên.

Cîgirê serokê encûmena nûneran a Êraqê behsa wê yekê jî kiriye ku beşdarîkirina wezîrên kurd dê karîgeriya xwe ya erênî hebê li ser karên hikûmetê û proseya siyasî bi taybetî di rewşa niha ya li êraqê peyda bûye de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket