Girekî Helebçe kevintirîn bajarê Mezopotamyaye

kurdistani 09:26 PM - 2014-10-15
Girekî Helebçe kevintirîn bajarê Mezopotamyaye

Girekî Helebçe kevintirîn bajarê Mezopotamyaye

Zêdetir li 5 sal tîmekî Almanî bi mebesta lêkolînê li şûnwarên girê (Bekrawa) li Helebçe mijûlê karkirinê ne û cara dawî profîsor Pîter Mîglos li zanîngeha Haydin Bîrgî ya almanî encamên pişkînînên xwe yê wan salan ragihand ku derketiye hole şûnwarên Bekrawa kevintirîn baajarê mezopotamyayê ye ku hatiye dîtinê.

Profîsor pîter Mîglos îro 15/10/2014 bi daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand : Eve zêdetir li 5 sale em li şûnwarên Bekrawa kar dikin û bo me derket ku 5 hezar sal berya zayînê ev bajar li mezopotamyayê hatiye ava kirinê.

Qeymeqamê Helebçe Erkan Hesen jî ji PUKmedia`yê re ragihand: Ji niha ve em mijûlê birêveberaytiyeke şûnwaranin li parêzgeha Helebçe bo parastina şûnwarên navçeyê û niha bi şêweyekî demkî emê van şûnwaran li mûzexaneya silêmaniyê deynin û dema mûzexaneya Helebçe bê vekirin carek din êmê şûnwaran vegerînin.

Hêjayî gotinê ye ku li sînorê parêzgeha Helebçe nêzîkî 100 şûnwar hene û li gor lêkolînên tîma Almanî jî li girê Bekrawa 600 parçeyên şûnwaran hatine dîtinê û dîroka şûnwaran jî vedigere berya 5 hezar sal berya zayînê û kevintirîn bajarê mezopotamyayê.

PUKmedia/Ferhen Hemexan - Helebçe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket