Fermandar “Nalîn Efrîn” bi rêya PUKmedia peyamek da jinên Kurd
kurdistani 06:18 PM - 2014-10-15Fermandar “Nalîn Efrîn” bi rêya PUKmedia peyamekê bo jinên Kurd belav dike
Eve 30 roje terorîstên DAIŞ bajarê Kobanê dorpêç kirine û bi hemû awayî bajêr bombarduman dikin û hewl didin dagîr bikin, lê belê bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hewlên çeteyên DAIŞ şikestin û di demekê de ku lit u cihekî û bi çi curê hevkariyên serbazî û mirovî bo YPG û YPJ û xelkê nava bajêr re nehatin şandin lê belê berxwedan û parastina wî bajarî tenê kariye terorîstên DAIŞ bişkîne.
Hemû ew hêzên Kurdî ên li nava Kobanê hene ji aliyê fermandareka jin ve serpereştî tê kirin ku eve jî bala hemû cîhanê kişandiye û li hindek welatan bi sembola qehremaniyê binav kirine.
Fermandar Nalîn Efrîn ku eve 30 roje li nava bajarê Kobanê fermandara gişt hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye bi rêya PUKmedia`yê re peyamek arasteyî hemû gelê Kurd bi taybetî jinên Kurdistanê li her çar parçeyan û tevahiya jinên cîhanê kiriye.
Eve naveroka peyamê:
Jib o tevahiya gelê Kurd li hemû cîhanê û bi taybet Kurdistana mezin
Ji bo jinên kurd û jinên cîhanê
Eve 30 roj berxwedana me li Kobanê jib o berevanî li axa Kurdistanê û şikandina zincîreyên dijminkarî û koletî û reşperestî û dijminê mirovahiyê bûye.
Em weku keçên gerîla amadene heya dilopa xwîna xwe a dawî şeref û namûsa gelê bindest biparêzin û bergîrî lê bikin.
Ey keç û jinên Kurd niha dema wê ye ku ew zincîrên ku hezaran sale ji aliyê kevneperestiyê ve hatiye dirustkirinê bo kolekirina jin, niha ew zincîre di destê me de ye û kevneperest û terorîstên tarîstanê em pê girê didin, bila jinên Kurd mil bi mile birayên xwe agirê berxwedanê bihêztir bikin.
Dilniya bin ku hîna destpêka berxwedanê ye û em berdewamin û emê ji hemû keçên Kurd re ji Leyla Qasim, Birîtan heya Zîlanan biselmînin ku dawiya terorîstan li ser axa me ye û bi destê jinên Kurd e.
Jinên Kurd li Kobanê qurbanî didin û bi xwîna xwe axa wê av didin taku xweşî û aştî vegere.
Jinên Kurd li Kobanê dibin goka agir û xwe bi kevneperestan da diteqînin, ew jî weku Arîn mîrkan. Ji bo vê jî em hemû amadene weku hevala Arîn Mîrkan xwe bi terorîstan de biteqînin û ti carî em rê nadin xewnên wan bibin rastî bo dagîrkirinaa axa pîroz a kurdistanê û bo jinavbirina gelê me.
Berxwedan berdewame û serkeftin nêzîke…
Fermandar Nalîn Efrîn
Fermandara gitş ya hêzên Yekîneyên Parastina Gel li nava bajarê Kobanê
15/10/2014
PUKmedia/Saman Yareweys
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24