Belcîka: Li pêşiya YE çalakiya “Kobanî û Șingal cêwî ne”

kurdistani 02:33 PM - 2014-10-02
Belcîka: Li pêşiya YE çalakiya “Kobanî û Șingal cêwî ne”

Belcîka: Li pêşiya YE çalakiya “Kobanî û Șingal cêwî ne”

Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK`ê bangewaziyek belav kir û têde bang li Kurdistaniyê li Ewrupayê û tarawgehê kirin ku berê xwe bidin konê çalakiyê, yê ku wê sibeha şemiyê 4/10/2014, li hember avahiya Yekîtiya Ewrupayê (YE) li Brukselê bê vegirtin û ji bo piştgiriya Kobanî dengê xwe bilind bikin.

Bangewaziya HRRK ya bi navnîşana (Kobanî û Șingal cêwî ne) eve:

Ev demeke dirêj e ku hêzên tarî, bi serkêşiya Daişê, bajarê Kobanî dorpêç kirine û di van rojên dawiyê de bi çekên giran û bi hêzeke mezin berê xwe dane Kobanî û dixwazin wê dagîr bikin.
Li ber çavê hemû cîhanê, roj bi roj metirsiya dubarekirina tirajediya Şingalê li Kobanî zêde dibe û pêre jî pêdiviya Kobanî bi tevgereke bilez heye, da ku rê li ber cenosîdê û tevkujiyan bê girtin.
Di vê çarçovê de, ji bo şermezarkirina xemsariya hêzên navneteweyî û daxwazkirina mudaxeleyeke lezgîn ji bo rizgarkirina Kobanî, hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê, li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê çalakiyeke pirotestoyî lidardixîne. çlalakî wê roja şemiyê, demjimêr dehê sibehê dest pê bike û wê du rojan dewam bike.
Em bang li hemû rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê dikin, da ku berê xwe bidin konê çalakiyê, yê ku wê sibeha şemiyê li hember avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê bê vegirtin. Werin em bi hev re piştgiriya berxwedana zarokên Kobanî bikin û dengê wan bigihînin navendên biryargirtinê yên Ewrupayê. Werin em bi hev re daxwaza desttêwedaneke leşkerî dijî hêzên Daişê yên ku Kobanî dorpêçkirine, bikin.
YPG û YPJ hêzeke ku di ber Kobanî û di ber nirxên hemû mirovayetiyê de şer dike, hêjayî xurtkirin û biçekkirinê ye.
Werin em bi hev re doza bihêzkirina wan bikin û berxwedana wan û ya hemû berxwedêrên li Kobanî û Şingalê, silav bikin.

Navnîşan:

LUXEMBURG PLEIN 1050
ELSENE - 6 - BRUSSELS
Dem:
Șemiyê 04. 10. 2014
Demjimêr: 10:00
Ji bo têkiliyê:
0032 48 800 48 42
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê - Komîteya Ewrupayê
01.10. 2014
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket