Demirtaş û Dawudoglu civiyan

kurdistani 06:00 PM - 2014-10-01
Demirtaş û Dawudoglu civiyan

Demirtaş û Dawudoglu civiyan

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratî ya Gelan HDPyê Selahedîn Demirtaş hatin bal hev.

Hevdîtin îro 1/10/2014 li avahiya nû ya Serokwezîriya Tirkiyê, di demjimêr 1:15 xulekan danê paş nîvro de dest pê kir û ji çapemeniyê re girtî tê kirin.

Di civînê de her yek li cîgirê Serokwezîr Yalçın Akdogan, Parlmentera HDPyê ya Şirnaxê Selma Irmak û rawêjkarê Serokwezîriyê Alî Sarikaya beşdarî civînê bibûn.

Hêjayî gotinê ye hevserokê HPD Selahedîn Demirtaş duh li gel hejmarek parlemanterên partiya xwe û şaredarên bajarên bakûrê Kurdistanê çûn bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê û li gel rayedarên kantona kobanê jî civiyabûn.

Her weha tê çaverêkirin ku ev hevdîtin libarê aloziya di navbera PKK û dewleta Tirkiyê libarê pêvajoya çareseriyê û her weha rewşa Kobanê jî bêne gotûbêj kirin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket