Li çiyayê Şengalê HPG û YPG 130 DAIŞ kuştin

kurdistani 05:43 PM - 2014-10-01
Li çiyayê Şengalê HPG û YPG 130 DAIŞ kuştin

Li çiyayê Şengalê HPG û YPG 130 DAIŞ kuştin

Fermandarê hêzên HPG li ser çiyayê Şengalê û li navçeya dugirê, ragihand ku, Gerîlayên HPG ev çar rojin bi dijwarî rûbirûyê hêzekî mezin yê DAIŞ bûne û ziyanekî zor gîhandine wan û 130 terorîstên DAIŞ kuştine.

Serpereştiyarê giştî yê hêzên HPG û YPG li sînorê Şengalê, Heval Egîd Şengalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Ev 4 rojin şerekî giran di navbera hêzên me û terorîstên DAIŞ de li navçeya Dugirê ya li ser sînorê Sûriyê û Êraqê de berdewame û ziyanekî mezin me li terorîstên DAIŞ`ê daye.

Egîd Şengalî got: Di ew şerê 4 rojan de 130 terorîstên DAIŞ me kuştine û derbeyên mirinê me li wan daye. Her weha hêzên HPG û YPG 14 otombêlên serbazî yên terorîstên DAIŞ`ê şewitandine.

Serpereştiyarê giştiyê hêzên HPG û YPG li çiyayê Şengalê ew jî aşkira kir wan şerê kolan bi kolan li gel terorîstên DAIŞ kirine.

Heval Egîd Şengalî amaje bi wê yekê jî kir ku tenê yek hevalê wan bi navê (Heval gîvare) ku xelkê Qeladizê ya parêzgeha Silêmaniyê ye şehîd bûye.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket