Balefirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kir

kurdistani 04:09 PM - 2014-10-01
 Balefirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kir

Balefirên koalîsyonê rojhilatê Kobanê bombebaran kir

Balefirên koalîsyona navnetewî li rojhilatê herêma Kobanê baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dike.

Nûçegihanê ANHA’yê ragihand ku balefirên koalîsyona navnetewî ya ku ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin û 40 dewlet beşdarî wê bûne, li derdora gundê Hilincê yê rojhilatê herêma Kobanê baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dike.

Derbarê encamên bombebaranê de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Li aliyekî din li gundê Hilincê yê rojhilatê herêmê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rû didin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji 15’ê îlonê ve bi hemû hovîtiya xwe êrîşî herêma Kobanê dikin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket