Salih Muslim: Hişyarî da ku dê li Kobanê komkujî rû bide

kurdistani 10:40 PM - 2014-09-30
Salih Muslim: Hişyarî daku dê li Kobanê komkujî rû bide

Salih Muslim: Hişyarî daku dê li Kobanê komkujî rû bide

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê bang li welatên rojava kir, ji bo Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê yên li dijî DAIŞ`êl li Kobanê yê dorpêçkirî şer dikin çek rêkin.

Salih Musilm îro sêşemê da xuya kirin ku bangên ew dikin ji bo bi dest xistina çek heya niha çi ji aliyê Emerîka yan Ewropa be bê bersiv mane û divê derbarê diyar kir ku Tirkiyê bi çekkirina hêzên Kurd asteng dike.

Musilm ji Reuters re axivî û da xuya kirin ku dema ew li Ewropa bûn gelek name ji Ewropiyan û Emerîkiyan re rê kirin lê asteng hene..Tirkiyê û hejmarek ji welatên cuda naxwazin Kurd bi hêzên ji bo bergirî li xwe bikin û xwe biparêzine.

Musilm tekez li ser wê yekê kir ku hêzên Kurd bi mebesta rê li ber komkujiyekê bigirin li ber xwe didin, lê eger bû û rêxistina terorê DAIŞ kete Kobanê dê her tiştî wêran bikin û serê mirovan jêkin.

PUKmedia / Reuters

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket