Gerîlayekî HPG`ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da

kurdistani 09:52 PM - 2014-09-30
Gerîlayekî HPG`ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da

Gerîlayekî HPG`ê li Kerkûkê jiyana xwe ji dest da

HPG`ê derbarê operesyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û hêzên Parastina Gel HPG`ê li dijî terorîstan  û di encamê de gerîlayekî HPG`ê jiyana xwe ji dest da, daxuyanîyek da. 

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG`ê der barê şer û pevçûnên li Kerkûkê di navbera hêzên HPG`ê, pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê destnîşan kir ku 29`ê Îlonê gerîla û pêşmergeyan li hember çeperên DAIŞ ên li gundê Saad, Xalit û Vahde yên girêdayî Daqûq Dûzxurmato operasyonek dane destpêkirin û got, “Di vê operasyonê de darbeyên giran li çeteyan hatine xistin û gelek çete hatine kuştin. Ev operasyona hevpar hê didome.”

HPG’ê diyar kir ku di operasyonê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.

Gerîlayê jiyana xwe ji dest daye navê wî Mervan Gezgor (Mervan Kaçim) ê ji xelkê bajarê Riha ye.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket