Demirtaş serdana Kobanê kir û daxwaz ji AKP kir ligel PYD peywendî deyne

kurdistani 08:19 PM - 2014-09-30
Heverokê HDP`ê Salehedîn Demirtaş

Heverokê HDP`ê Salehedîn Demirtaş

Hevserokê giştî yê  Partiya Dmeokrasiya Gelan HDP`ê Selahedîn Demirtaş serdana berê xwe da Pirsûsê û ji wir serdana bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê kir, her wiha heryek ji Hevsrokê DBP`ê Kamuran Yusek hejmarek ji wekîlên HDP`ê hevşaredarên DBP`ê di serdanê de cih girtin.

Demirtaş li Kobanê ligel Hevseroka PYD`ê Asya Ebdulahevîdin û serokê kantona Kobanê pêk anî, Demirtaş piştî serdana xwe pêk anî,  li Deriyê Sînor ê Murştîpinarê daxuyanî da çapemeniyê.
 
Demîrtaş, da zanîn ku bi armanca bi gelê Kobanê û kesên li Pirsûsê 15 rojin bê navber ber xwe didin hate sînor û wiha pê de çû: "Min bi Hevseroka PYD'ê Asya Ebdula re û serokê Kantona Kobanê re hevdîtin kir. 2 kîlometre dûrî me terorîstên DAIŞ`ê hene. Sê aliyên Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye dorpêçkirin. Tenê aliyê Pirsûsê di bin dagirkeriyê de nîn e. Lê aliyê Tirkiyeyê pirsgirêkên gelek cidî derdixe. Li vir bi rojane ji her aliyê Tirkiyeyê mirov tên û dixwazin xwedî li Kobanê derbikevin. Ew berxwedan li ser navê rumeta mirovahiyê pê ktê. Mixabin kesên dixwazin piştgiriyê bidin berxwedan Kobanê û derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê asten bikin rastî êrîşên polîs û leşkerên tirk tê. Bi hefteyane bi bombeyên gazê, panzer û ava şid rastê êrîşan tên. Polîtîkayên dewlet tirk li hemberî Kobanê pêktîne û polîtîkayên hewildana çareseriya pirsgirêkan navxweşiyî dijî hev in. Bi rojane em vê yekê dibêjin. Bi rojane em dibêjin çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiyeyê jî gef e û duh Serokwezîr jî ev yekê got. Ji çeteyên DAIŞ'ê xilasbûn êrîşa li hemberî welatiyên li vir ber xwe didin nîn e. Helwesta rast diyalog e. Destkeftiyên Tirkiyeyê û gelê Kobanê wek hev in."

'Divê hikûmeta AKP'ê bi PYD'ê re têkilî deyne'

Demîrtaş, got ku ev helwestekî li dijî Tirkiyeyê tuneye û wiha pêde çû: "Ez di wê baweriyê de me ku wijdana gelên Tirkiyeyê niha li cem Kobanê ye. Mesele ne vekirin an jî girtina sînoran ya 3-4 saetan e. Krîzek mezin tir heye. Li wir bi derfetên kêm mirov li ber xwe didin. Ne wekî artêşekî profesyonel şer dikin. Gelê wê derê bi derfetên xwe hewl didin welatê xwe namûs û şerefa xwe biparêzin. Teqez em dê xwedî li kesên hatine vî alî derkevin. Zivistan tê dibe ku ev pêvajo dirêj jî bibe. Li wir gel bi qetliyamê re rû bi rû ye. Mirovên li vê derê ji ber ku kurdin ne livir dimînin. Li vir ciwanên tirk, ereb, elewî û sunî hene. Divê hikûmet jî li gor vê polîtîkayên xwe diyar bike. Madem DAIŞ'ê wekî tehdît dibînin, divê hikûmeta AKP'ê bi PYD'ê re têkilî deynin. Ji bo êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê bên rawestandin û derbasbûna çeteyan ya ji Tirkiyeyê re bê astengkirin, divê hikûmet baştir nêz mirovên li vi çalakî lidardixin bibe.

'DAIŞ ji bo hemû kesî tehdît e'


Demîrtaş, got ku DAIŞ tenê ne ji bo kurdan tehdîdeke, ji hemû kesî re tehdît e û wiha axivî: "Her kes jî dizane ku Kobanê bikeve destê DAIŞ'ê wê şerê nava bajar destpê bike û tu kes jî nizane ev dê çi qas berdewam bike. Dibe ku ev yek gefan li ser Tirkiyeyê jî bike. Loma divê Tirkiye li gor vê tevbigere."

Bêdengiya Tirkiyeyê ya li hemberî DAIŞ'ê

Demîrtaş, di berdewamê de da zanîn ku bêdengiya Tirkiyeyê ya li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ser welatiyên kurd jî şikestinekî çêdike û wiha domand: "Em di hevdîtinên xwe de, hewl didin ku mijarê di vê çarçoveyê de binirxînin. Ev ne meseleya muhtaciyê ye. Hemû cihan bibe yek jî nikare, xwe li hemberî têkoşîna gelekî ya rewa bigire. Bila tu kes vê ji bîr neke. Gelê Kobanê çi be bila bibe, dawiya dawî dê serbikeve û axa xwe azad bike. Bila her kes baş bizane, eger DAIŞ têkeve Kobanê, em tu carê vê qebûl nakin. Her kesî xwedî rûmet û şeref wê li hemberî vê bisekine."

'Em bibin yek, em ê serbikevin'

Demîrtaş, got ku heta hemû gelên li ser vê axê bi awayekî wekhev bijî wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pêde çû: "Hûn li vir xwedî rûmeta mirovahiyê derdikevin. Hemû gelê me ji Qersê heta Îzmîrê li vir bûye yek dil û li hemberî van çeteyan helwesta xwe didin nîşandan. Eger em bibin yek, em ê di têkoşîna xwe de serbikevin."

‘Em di seatên krîtîk de derbas dibin'

Demîrtaş destnîşan kir ku hefteya borî wan li Amerîkayê bi şanaziyekê geşedan şopandine û wiha pêde çû: "Di nava bêderfetiyan de we dilê xwe danî holê û dengê xwe bi hemû dinyayê da bihîstin. Li vir hovîtiyek heye, em ji vê natirsin û serê xwe li ber natewînin. Em bi we serfiraz in. Ji ber ku YPG û YPJ'ê rûmeta me parastin em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Niha divê bi diyalogê berjewendiyên Tirkiye û yên kurdan li herêmê hev du temam bibikin. Ev mirovên li vir in ji bo pisgirêkên xwe çareser bikin li vir in. Divê li vir ewqas hêzên ewlehiyê li hemberî gelê xwe neyên bikaranîn. Gefa sereke hovîtiya DAIŞ'ê ya ku 2 km dûrî vir e. Îro roj roja destê xwe bidin hev e û kurdan bi tenê nehêlin. Ji ber ku em di seatên krîtîk de derbas dibin."

Demîrtaş berxwedana gel a ku di nava şert û mercên kêm de tê meşandin jî bi bîr xist û wiha domand: "DAIŞ a ku çekên Amerîka û Rûsyayê bi dest xistiye ji bo dagirkirinê ber bi vir ve tên. Riya tekan e ya ku em ji vê hovîtiyê xilas bibin di tevgerîne bi hev re pêkan e.

Divê îro li, her derê Tirkiyeyê xwedî li Kobanê were derketin. Gavên ber bi çav ên ji bo aştiyê di vê derê de derbas dibe. Divê ev bangewaziya me rast bê fêmkirin. Ger ku hûn gelê ku nirxên mirovahiyê diparêzin tenê bihêlin wê demê ew ê li çareya serê xwe binêre.

Divê raya giştî ya navneteweyî ji bo Kobanê bêdeng nemîne. Înşalla di demeke kurt de ev tiştên li vir tên jiyîn berevajî bibin û rewşeke ku baweriyê ya çareseriya demokratîk a Rojva ava bibe. Ger ku her kes tiştên dikevin ser milê wan pêk bînin wê demê encamgirtin jî hêsan bibe."

'Divê alîkarî neyên astngkirin'

Demîrtaş piştÎ daxuayniyê bersiv da pirsên rojnamegeran û li ser pirsa DAIŞ gundên Pisûsê bombebaran dike ev tişt anî ziman: "Li vir gel di bibin gefeke mezin de ne. Valakirina vir ne çare ye. Heta ku hûn DAIŞ'ê nesekinînin heta kengî vir vala bikin. Dê sibw DAIŞ were heta vir.

Ji ber vê yekê hewceyî bi çareseriyê heye."

Demîrtaş li ser pirsa ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê jî wiha axivî: "Tê gotin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê û ev yek tê axaftin. Divê hikûmet vê têgihîştinê biguherÎne û ji be vê jî gavên bawerî pê tên bavêje. Wextê ku vê yekê bike wê demê ev têgihîştin biguhere. Divê alîkariyên ku tên neyên astengkirin."

PiştÎ daxuayniyê Demîrtaş û heyeta pê re çûn serdana berxwedêrên li gundê Boydê, Bêdhê, Qop û Elîzêr dawiyê ji wir veqetiyan.

PUKmedia / ANHA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket