Motora lêgerînê ya bi Kurdî 'egerin' di xizmetê de ye

kurdistani 06:08 PM - 2014-09-30
Motora lêgerînê ya bi Kurdî 'egerin' di xizmetê de ye

Motora lêgerînê ya bi Kurdî 'egerin' di xizmetê de ye

Di cîhana enternetê ya Kurdî de gaveke nû hat avêtin. motora lêgerînê egerin.com a bi Kurdî , ji bo peydakirina agahiyan, xwendina nûçeyan, vekirina blogên kesayetî û temaşekirina li vîdeoyan derfetan pêşkêş dike.

Di encama xebateke dûr û dirêj de li cîhana enternetê, motora lêgerînê ya Kurdî http://egerin.com ket xizmetê de ye û hejmara bikaranînerên wê roj bi roj zede dibe.

Berpirsyarê malpera lêgerînê Kawa Onatli da xuyakirin ku li gel derfetên lêgerînê, di malperê de her wiha vîdeo dikarin bên peydakirin, li klîbên muzîkê bê temaşekirin, nûçeyên çapemeniya Kurd bên şopandin, televîzyonên Kurdî bên temaşekirin, li radyoyan bê guhdarîkirin û blogên şexsê bên vekirin. Onatli diyar kir ku li gel xizmeta bi zaravayên Kurmancî û Soranî, ew ê bi zaravayê Zazakî jî xizmetê bidin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket