Pêşmerge Rebi`a rizgar kir

kurdistani 01:43 PM - 2014-09-30
Pêşmerge Rebi`a rizgar kir

Pêşmerge Rebi`a rizgar kir

Hêzên pêşmergê Kurdistanê gihîştin ber derwazeya Rebîayê û bajarok bi temamî xistin bin kontirola xwe.

Hat zanîn ku vê sibê roja sêşemê 30-9--2014`an li derdora Rebiayê gelek gundên ku ketibûn destê çekdarên DAIŞê ji terorîstên DAIŞê rizgar bû, her weha pêşmergê Kurdistanê jî bajaroka Rabi`a bi giştî ji çekdarên terorîstan rizgar kirin û gihîştin ber deriyê sînor li nêzîkî Til-Koçerê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di wê barê de, jêdereke bawerî pê kirî ji PUKmedia`yê re ragihand ku piştî ku hêzên pêşmerge gundên Mehmûdiye û Çilbarat ji terorîstan paqij kirin, dest bi rizgarkirina bajaroka Rebî`ayê jî kirin û niha bajaroka Rebîa`yê bi temamî di bin kontirola pêşmergê Kurdistanê de ye.

Dazanîn ku di destpêkê de, terorîstan berevanî li xwe dikirin, lê niha ber bi xwerê Rebî`ayê ve direvin.

PUKmedia-Hozan Feteh

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket