Artêşa Tirk derdora Kobanê bi tankan dorpêç kir

kurdistani 11:36 AM - 2014-09-30
 Artêşa Tirk derdora Kobanê bi tankan dorpêç kir

Artêşa Tirk derdora Kobanê bi tankan dorpêç kir

Duh roja duşemê 29-9-2014, li navçeya Sirûcê ya Bakurê Kurdistanê ser bi parêzgeha Ruhayê, hejmereke mkezin ji tankên artêşa Tirkiyê di çeperên ber sînorê Kobanê de cih girtin û loleyên tankan ber bi bajarê Kobanê kirin.

Li gor jêdereke agahdar ji Kantona Kobanê ji duhî ve hêzê piyaseyî ya artêşa Tirkiyê, dest bi komkirina hêzên xwe li derdora bajarê Kobanê kir û bi qasî 40 tankên şer yên nûjen û radyolojîk li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê û Kobanê hatine bi cîhkiirn û berê lûleyên tankan dayne ber bajarê Kobanê.

Her weha wê jêderê dazanîn ku vê buyerê, tirseke mezin di dilê xelkê navçeyê de çêkirî û nerihetiyeke bê sînor hatiye holê, lê heya niha bi awayekî fermî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve ew komkirina hêz û tankan li ber Kobanê nehatiye aşkire kirin ku gelo ji bo çiye.?

Jêderê ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku gelê Kobanê wiha difkirin ku komkirina wê hêzê tenê ji bo rêgirtin li xelkê Bakurê Kurdistanê ye ku ji bo alîkariya Kobanê nekin û ji ber wê yekê jî, duhî hêvarî polîs û artêşa Tirkiyê dest bi êrişên hovane li dijî xelkên sivîl yên Bakurê Kurdistanê kirin tako ji ber sînorê Kobanê dûrkevin û destek nedin xelkê Kobanê.

Jêdera agahdar ku nexwest navê xwe aşkire bike di berdewamiya axiftinên xwe de got: Hêzên Tirkiyê ne ji bo alîkariya Kurdan û parastina sivîlan hatine ber Kobanê, ew ji ber dorpêşkirina Kobanê û tengavkirina xelkên Bakurê Kurdistanê yên ku hatine ji bo alîkariya Kobanê û rê li alîkariya Tirkiyê ji DAIŞê re girtine û ev yek aşkireye.

Jêderê daxuyakirin ku vê sibê jî êrişên polîs û artêşa Tirkiye li dijî xelkên sivîl berdewam bû, hewil didin ku Kurdên Bakurê Kurdistanê ji derdora Kobanê dûrbixin û wê demê rê ji DAIŞê re tê vekirin tako komkujiyan li dijî xelkê Kobanê pêkbînin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket