YPG`ê daxuyaniyeke nivîsî weşand...

kurdistani 10:25 PM - 2014-09-29
YPG`ê daxuyaniyeke nivîsî weşand...

YPG`ê daxuyaniyeke nivîsî weşand...

Daxuyaniya Navenda Giştî ya Ragihandina YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û têde rayê giştî aghadarî rewşa şerê li Kobanê kir.

Evê li xwerê naveroka wê daxuyaniyê ye.

Ji bo Ragihandin û raya giştî!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku bi armanca dagirkirina Kobanê 15'ê Îlonê destpêkiribûn dewam dikin. Hêzên me, êrîşên çeteyên ku li derdora Kobanê bi cih bûne têk dibin û bi operasyonan derbeyên mezin li wan dixin.
Çeteyên DAIŞ'ê şevê din, li gundê Kozika yê Rojhilatê Kobanê, ji sê aliyan ve êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de tank, top û çekên giran hatin bi kar anîn. Hêzên me bersiva tund dan çeteyan û derbeyên mezin li wan dan. Di vî şerî de 11 çete hatin kuştin û wesayitek doçka barkirî hat rûxandin.
Dîsa li heman eniyê, li gundê Şêranê, şervanên me li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de qasî ku hate tespîtkirin 8 çete hatin kuştin.
Hêzên me şevê din, saet 24:00'an de, li gundên Mumanê Minazê yên li başûrrojavayê Kobanê li hemberî çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, operasyonek pêk anîn. Di vê operasyonê de, li gundê Minazê 4, li gundê Mumanê jî 4 noqte hedef hatin girtin. Di encama operasyonê de herî kêm 36 çete hatin kuştin û wesayitek leşkerî hat rûxandin.

2. Şevê din li rojhilatê Cezaa li girê Sefanê ku dikeve nava sînorê Iraqê çeteyên DAIŞ'ê hewldan ku êrîş bikin. Lê belê şervanên me bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin.

Navenda Ragihandina YPG'ê
29 Îlon 2014

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket