Hewlêr: Namzeta jin a Tevgera Goran hate kuştin

kurdistani 02:27 PM - 2014-09-29
Hewlêr: Namzeta jin a Tevgera Goran hate kuştin

Hewlêr: Namzeta jin a Tevgera Goran hate kuştin

Îro 29/9/2014 namzeta jin ya Tevgera Goran li nêzîkî mala xwe li taxa Rastî li bajarê Hewlêrê hate kuştin.

Pryamnêrê me li Hewlêrê ragihand ku îro danê sibehê piştî ku ji mal derket, namzeta Tevgera Goran (Lane Ebdula) temen 39 salî li nêzîkî mala xwe li Hewlêrê hate kuştin.

Di vê derbarê de berdevkê polîsê Hewlêrê ragihand: Îro sibehê jinek ku namzeta aliyekî siyasî bûye di hilbijartinên 21/9/2013 li Hewlêrê hatiye kuştin û piştî rûdanê jî kesekî dine li taxa Koran xwe kuştiye.

Got jî: Piştî lêkolînan derketiye ku ew kesê xwe kuştiye heman ew kes bûye ku ew jine kuştiye.

Her weha li gor gotina berdevkê polîsê Hewlêrê yek ji zarokên wê jinê ew kese dîtiye ku dayîka wî kuştiye.

Berdevkê polîsê Hewlêrê aşkira kir ku ew kujer û xwekuj ser bi aliyekî siyasî ye.

Hêjayî gotinê ye ku Lane Ebdula li ser lîsta Tevgera Goran bo hilbijartinên 21/9/2013`an a parlemanê Kurdistanê namzet bû.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket