Obama: Waşinton DAIŞ biçûk didît

kurdistani 01:42 PM - 2014-09-29
Obama: Emerîka DAIŞ biçûk didît

Obama: Emerîka DAIŞ biçûk didît

Serokê wîlayetên yekbuyî yê Emerîka`yê Barack Obama, li wê yekê mukir hat ku istixbarata Emerîka di xwendina xwe ya li ser DAIŞ de şaşîtî kir û tehdîda DAIŞ’ê biçûk didîtin.

Obama tevlî bernameya 60 xulek ya televîzyona CBSnews a Emerîkî bû têde ragihand ku DAIŞ’ê ji valabûna desthilata Sûriyeyê sûd girtiye û got: “Dema şer li Sûriyê destpêkir, gelek qadên ku nedihatin birêvebirin hebûn. Li van deran jî cîhadiyên nû, çekdarên biyanî hatin bicihkirin.
Obama got ku DAIŞ ji aliyê kesên girêdayê artêşa Sedam ya ku hat belavkirinê jinûvû hatiye berhevkirin.

Serokê Emerîka gotinên rêveberê asayişa netewî ya wî welatî James Clapper jî ku gotibû “Artêşa Emerîkayê ji aliyekî ve DAIŞ biçûk didît û ji aliyê din jî artêşa Êraqê pir bihêz dizanî” piştrast kir û got, rast e me berê wisa hizir dikir. Obama da zanîn ku, istixbarata Emerîka di xwendina xwe ya li ser DAIŞ de şaşîtî kir û tehdîda DAIŞ’ê biçûk didîtin.

Obama diyar kir ku operasyona leşkerî li dijî DAIŞ’ê tenê parçeyeke çareseriyê ye, lê divê çareseriya siyasî hebe.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket