Piştî Skotlanda Katalonya berve referandûmê diçe

kurdistani 03:26 PM - 2014-09-28
 Piştî Skotlanda Katalonya berve referandûmê diçe

Piştî Skotlanda Katalonya berve referandûmê diçe

Piştî  referandûma serxwebûnê ya li Skotlanda yê, herêma Katalonya ya xweser a Spanyayê jî, wê di 9'ê Mijdarê de dengdana serxwebûnê bike. Lê belê rêveberiya Madrîd bi dijwarî li dijî referandûmê derdikeve.

Li paytexta Katalonya Barcelonayê, Serokê Herêmê Artur Mas duh biryarnameyek weşand û ragihand ku wê referandûma serxwebûnê bê lidarxistin. Li gorî biryarnameyê wê gelê Katalonyayê di 9'ê Mijdarê de biçe ser sindoqan û dengê xwe ji bo serxwebûn yan jî girêdana bi Spanyayê, bikar bîne.

Mas di daxuyaniya xwe de diyar kir ku mîna tevahiya gelên li cîhanê gelê Katalan jî xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye û destnîşan kir ku referandûm pêkanînek demokrasiyê ye. Mas da xuyakirin ku ew ê nêrînên cuda yên di navbera wan û Madrîdê de bi vê rê çareser bikin.

Mas da zanîn ku Katalonya ev 7 sed sal in rêveberiya xwe diparêze û ew jî Serokê 129. ê Katalan e û got, "Demeke dirêj e ku Katalan dixwazin wê kêliya Katalonya mezin bibînin. Ez ji her kesên ku ji me re bûne alîkar spas dikim. Ev roj wê bibe rojeke ku em ê her tim bibîr bînin." Serokê Katalan destnîşan kir ku pêvajoya serxwebûnê xwe dispêre "hurmeta li bingehên qanûnî, lêgerîya diyalogê, lihevkirina siyasî û aramiya berfireh a civakî."

Mas ragihand ku divê hurmet ji biryarnameya wî îmze kiriye re bê nîşandan û di axaftina xwe ya bi zimanê Îngilîzî ji bo lîderên Ewropî kir de jî diyar kir ku 2 ji 3 parên parlamenta Katalan referandûmê dixwazin, lewma wî biryarnameya li ser referandûmê mor kiriye. Mas got, "Em dizanin ku rêya herî medenî ya çareseriya pirsgirêkên navneteweyî, demokrasî ye."

Piştî axaftinê Mas û lîderên partiyên siyasî yên beşdarî merasîma îmzeyê bûn, ji avahiya Palau de la Generalitat derketin û girseya gel a bi qîrîna dirûşmên "serxwebûnê" li benda wan bû, silav kirin. Li qadê pankarta bi nivîsa "serxwebûn" hat vekirin û dirûşmên "Bijî Katalonya" hatin qîrîn.

Li gorî biryarnameyê wê referandûm di 9'ê Mijdarê de pêk were û pirsa bi du bersivan ji Katalanan bê pirsîn. Di ya yekemîn de wê pirsa "Hûn dixwazin Katalonya bibe dewletek?" bê pirsîn û ji bo yên bersiva "erê" dane vê pirsê wê pirsa "Hûn dixwazin ev dewlet serbixwe bibe?" were kirin.

Biryara referandûma serxwebûna Katalonya ku ji bo aboriya Spanyayê xwedî girîngiyeke mezin e, li nerazîbûna hikûmeta Madrîdê rast hat. Tê payîn ku bi rêjeyeke bilind biryara serxwebûnê ji herêmê derkeve.

Alîkarê Serokwezîrê hikûmeta Spanyayê  Saenz De Santamaria diyar kir ku biryara referandûmê li dijî Destûra Bingehîn e û rêveberiya Katalan xeteyeke gelekî mezin dike.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket