Hegel: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin

kurdistani 08:38 PM - 2014-09-27
Hegel: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin

Hegel: Em çawa alîkariyê bidin şervanên Kurd li Sûriyê gotebêj dikin

Wezîrê Berevaniyê ya Emerîka Chauck Hgel da xuya kirin ku ligel hevpeymanên xwe çawa alîkariyê bidin hêzên Kurd ên li Sûriyê lidijî DAIŞ şer dikin gotebêj dikin, her wiha tekez li ser wê yekê kir ku ew ti hevrêziyê ligel rêjîma Sûrî nakin.

Wezîrê Berevaniyê ya Emerîka Chauck Hegel roja înê ji rojnameveran re derbarê operesyonên asmanî yên Emerîka bi ser rêxistina terorê DAIŞ de axivî û ji aliyê xwe ve tekez li ser wê yekê kir ku derbarê êrişên bi ser rêxistina terorê DAIŞ de li Sûriyê, ti hevrêziyek wan ligel rêjîma Sûriyê çênebûye û got; Helwesta Emerîka li berember rêjîma Sûrî nehatiye guhartin.

Hegel da xuya kirin ku êrişên asmanî yên Emerîka li dijî DAIŞ di asta xwe yên dest pêkê dene û tekez kir ku êrişên asmanî bi tenê  têr nakin ku DAIŞ  jinav bibin, her wiha diyar kir ku artêşa Emerîka hêja encamên êrişên asmanî  bi ser DAIŞ û rêxistina Xurasan de dinirxîne.

Her wiha wezîrê Berevaniya Emerîka da xuya kirin ku ew di vê demê de ligel hevpeymanên xwe çawa û bi çi şêwazê alîkariyê bidin hêzên Kurd yên li bakûrê Sûriyê li ser qadê li dijî DAIŞ şerên dijwar birêve dibin bikin, gotebêj dikin.

Ji aliyê xwe ve serokê desteya  erkan a artêşa Emerîka general Martin Dempsî da xuya kirin ku hêşta zûya ka em bizanibin ku di encama êrşên asmanî de bi rastî hejmarek ji serkirdeyên DAIŞ û rêxistina Xurasan hatine kuştin an na.

Her wiha derbarê pirsekê de, ma gelo ewê dîsa ji serokê Oabama re pêşniyar bike ku hêzên bejahî rêke yan na? got; Ji bo ji nav birina DAIŞ çi demê çi pêwîste ezê pêşniyar bikim.

Dempsî her wiha diyar kir ku pêdivî bi hejmarek mezin ji hêzên bejahî heye û niha hêzên kargêr li ser qadê li Sûriyê û Êraqê hêzên artêşa Êraq, hêzên Kurdin û çekdarên opozisyona lîbral a Sûriyê ne.

Hêjayî gotinê ye ku hêza Kurd a li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li dijî rêxistina terorê DAIŞ radiwestê û bi tuned şerê wê dike hêzên YPG`ê û YPJ ne, her wiha di demên dawî de hejmarek ji Yekîneyên artêşa Azad di navê odeya Volkana El-Forat xwe ligel hêzên Kurd birêxistin kirin û şer li dijî DAIŞ ragihandin.

PUKmedia / CNN

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket