Li Serêkaniyê derbeyên mezin nli DAIŞ dikevin

kurdistani 01:18 PM - 2014-09-22
Li Serêkaniyê derbeyên mezin nli DAIŞ dikevin

Li Serêkaniyê derbeyên mezin nli DAIŞ dikevin

Di operasyonên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li çend gundekî Serêkaniyê  hejmarek zorê terorîstên DAIŞ hatin kuştin û ziyanekî mezin gihêştiye wan.

Ajansa Firatnewsê belav kiriye ku di demjimêr 10 şeva borî 21/9/2014 şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG li bajaroka Mebruka û gundên Rawiyê û Dêhman a li rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonek li dijî terorîstên DAIŞ destpê kirine û di encamê de çendîn terorîst hatine kuştin û 2 otombêlên hilgirên doşka hatine ruxandinê.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku grupekî terorîstên DAIŞ ku ji bajarê Girê Sipî bi hawara hêzên xwe ve diçûn ketine kemîneke şervanên YPG û di encamê de hejmarek çekdarên DAIŞ hatine kuştin û hejmarekî din jî birîndar bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket