Berevaniya Kobanê: DAIŞ derbeyên mezin li Kantonê xwarine

kurdistani 12:05 PM - 2014-09-22
Îsmet Şêx Hesen

Îsmet Şêx Hesen

Serokê desteya berevaniyê li kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen teqez kir ku rêxistina DAIŞ di şerê li dewrûberê Kobanê de ziyanên mezin xwarine û da zanîn ku koçber vedigerin bajarê Kobanê.

Şêx Hesen bi daxuyaniyekê ji PUKmedia`yê re îro duşeme 22/9/2014 got: Terorîstên DAIŞ 10 ta 15 kîlo metran ji bajarê Kobanê dûrin lê ji şeva borî ve piştî ku derbeyên mezin li ser destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwarin bi pêş neketine. Her weha Şêx Hesen diyar kir ku ji şevê borî şer û pevçûn rawestiyane û di wan şeran de jî 5 kes şehîd bûne ku 3 ji wan ji xelkê Kobanê ye û 2 jî endamên YPG bûne.

Her weha Şêx Hesen bal kişand ser wê yekê jî ku penaber vedigerin Kobanê û Tirkiyê hemû derî li pêş wan girtiye û li penaberan daye.

Îsmet Şêx Hesen da zanîn ku ev şeş mehin Kobanê li jêr dorpêçê de ye û teqez kir ku terorîstên DAIŞ komkujî li gundên derdora bajarê kobanê encam dane.

Şêx Hesen aşkira kir ku şer li dewrûberê Kobanê ji çar aliyan ve berdewame û teqez kir ku hêzên Kurdî li Kobanê “Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)” heya dawiyê li hemberî terorîstan liberxwe didin û tucarî teslîm nabin.

Li dawiya axaftina xwe de Îsmet Şêx Hesen bang li hêzên siyasî yên Kurdistanî kir ku piştevaniya Kobanê û xelkê wê bikin. Her weha daxwaz ji civata navdewletî kir ku destêwerdanê bike bo rawestandina komkujiyên ji aliyê terorstan ve li dijî gelê kantonê dikin.

PUKmedia/Fayêq Yezîdî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket