Artêşa Êraqê çembera li dor 400 leşkerî hatibû pêçan şikand

kurdistani 02:15 PM - 2014-09-21
Artêşa Êraqê çembera li dor 400 leşkerî hatibû pêçan şikand

Artêşa Êraqê çembera li dor 400 leşkerî hatibû pêçan şikand

Fermandariya operesyonên Enbar a ser bi artêşa Êraqê ve ye îro yekşemê ragihand ku riya ber ve devera El-Sicr ve diçe hate vekirin û bi vê yekê dorpêça ku li 400 efser û leşkerî hatibû pêçan hate têk şikandin.

Fermandarê opereyonên Enbar Lîwa Rukin Reşîd Falih ji tora ragihandinê ya Êraqê re da xuya kirin ku hêzên ewlekariyê îro ji berbangê ve bi mebesta devera El-Sicr a dikeve bakûrê Feloce rigar bikin û dorpêça ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ ve li leşkeran hatiye pêçan bişkînin dest bi operesyoneke leşkerî kirin û operesyon hêja berdewame.

Filêh da xuya kirin ku hêzên ewlekariyê di encama operesyonê de riya derê devera El-Sicr vekirin û b vê yekê dor pêça li 400 leşker û efserî hatî kirin şikand.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket