Hêzên pêşmerge li Celewla mîreke rêxsitina terorê DAIŞ destgîr giritn

kurdistani 01:29 PM - 2014-09-21
Hêzên pêşmerge li Celewla mîreke rêxsitina terorê DAIŞ destgîr giritn

Hêzên pêşmerge li Celewla mîreke rêxsitina terorê DAIŞ destgîr giritn

Hêzên pêşmerge îro yekşemê 21 / 9 / 2014`e li navçeya Celewla li yek ji deverên di navbera Koybaşî û Îmam Weyse de ye, mîrek ji mîrên rêxistina terorê DAIŞ destgîr girtin.

Jêdereke teybet ji nav hêzên pêşmerge li Celewla ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku ji vê sibê ve li devera Koybaşî ya ser bi navçeya Celewla ye,  pevçûnên dijwar di navbera hêzên pêşmerge û çeteyên bi rêxistina terorê DAIŞ ve derketin û nêzî 2 demjimêran berdewam kirin.

Jêderê di berdewamiya da xuyaniya xwe de diyar kir ku di encama şer û pevçûnan de hejmarek ji çekdarên rêxsitina terorê hatine kuştin, her wiha yek ji mîrên rêxistina terorê ji aliyê hêzên pêşmerge ve dîl hate girtin.

Jêderê her wiha da xuya kirin ku di encma şer û pevçûnan de ti ziyan negihîşte hêzên pêşmerge.

PUKmedia / Saman Yaweys 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket