Parlemanterên HDP`ê li ser sînorê Kobanê çalakiya rûniştinê destpêkirin

kurdistani 01:03 PM - 2014-09-21
Parlemanterên HDP`ê li ser sînorê Kobanê çalakiya rûniştinê destpêkirin

Parlemanterên HDP`ê li ser sînorê Kobanê çalakiya rûniştinê destpêkirin

Leşker û polîsên Tirk li ser sînorê Kobanê li ber deriyê sînor êrişî girseya Gel kirin, ji aliyê xwe ve parlemanterê HDP`ê ji leşker û polîs xwe vekşînin hevdîtin ligel polîs û leşkeran kirin, lê leşkeran daxwaza parlemanteran pêk neanîn, ji ber vê çendê parlemanterên HDP`ê biryar dan li ser sînor li ber têlan çalakiya rûniştinê destpê bikin.

Parlamenterên HPD'ê Îbrahîm Ayhna, Aysel Tûglûk, Gulser Yilidirim û Îbrahîm Bînîcî yên xwestin polîs û leşker xwe vekişînin, ji ber bê encam mayîna hevdîtinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Parlamenterên li ber têlên li ser sînor dest bi çalakiyê kirin, ji girseya gel jî piştgirî dîtin.

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Aynan beriya destpêkirina çalakiyê daxuyaniyek kurt da û diyar kir ku heta girseya gel a li qada konan karibe xwe nezî sînor bike, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

Ayhan bang li gelê li Bakurê Kurdistanê û demokratên Tirkiyeyî jî kir û got, "Bila her kes berê xwe bide vir. Em pêşî li qirkirina li Kobanê bigirin."

Li aliyê din, girseya gel a li aliyê sînor ê Kobanê sekiniye, bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Gerîla", "Bijî Serok Apo" piştgirî da girseya gel a rastî êrîşa polîs û leşkeran tê.

PUKmedia / ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket