Yekîtiya Ewrupa hevkariya penaberên Herêmê dikin

kurdistani 12:23 PM - 2014-09-21
Yekîtiya Ewrupa hevkariya penaberên Herêmê dikin

Yekîtiya Ewrupa hevkariya penaberên Herêmê dikin

Welatên Yekîtiya Ewrupayê bi bira 25 milyon dolar alîkariya penaberên herêma Kurdistanê dikin û biryare jî di demek nêzîk de konferansek sebaret bi rewşa penaberan bê lidar xistinê.

Parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih pêşwazî li tîmekî lêkolerên Yekîtiya Ewrupa bi serokatiya xanim Yanahîba Şikova û serokê tîma lêkolînê ya komisyona Ewrupa li Êraqê  ku bi mebesta lêkolîn li rewşa penaberan û pêdiviyan hatine Silêmaniyê kir.

Di hevdîtinê de tîma Yekîtiya Ewrupayê ragihand 28 welatên Yekîtiya Ewrupayê heya niha bi qasî 25 milyon dolar bi rêya rêxistinên cîhanî û yên ser bi neteweyên yekbuyî hevkariya penaberên herêma Kurtdistanê kirine.

Tîma Yekîtiya Ewrupayê aşkira kir ku di demekî nêzîk de li bajarê Bexdadê konferansekî sebaret bi rewşa penaberan lidar dixin û parêzgarê Silêmaniyê jî vexwendin ku beşdarî konferansê bike.

Ji aliyê xwe ve parêzgarê Silêmaniyê spasiya şanda mêvan kir û daxwaz jî kir ku li gel hevkariyên xwe li ser astê hevkariyên mirovî, rêçareyekê din bibînin bo bidawîanîna terorê û vegera penaberan bo cih û warên xwe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket