Kosret Resul: Pirsgirêka Kurd yeke, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavaye wê nîne
kurdistani 11:20 AM - 2014-09-21Kosret Resul: Pirsgirêka Kurd yeke Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavaye wê nîne
Cîgirê Sekreterê Giştiyê Yekîtiya Niştimasnî ya Kurdistanê (YNK)`ê, Kosret Resûl Elî ragihand ku, pirsgirêka Kurd yek e. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavaye wê nîne. Pirsgirêkên me bi heman rengî ne. Kurd bi zorê bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Yên di şerê cîhanê de li heman çeperê cih girtin, Kurd xistin vê rewşê.
Kosret Resûl Elî di hevpeyvînekê li gel ajansa Firatnewsê , bal kişand ser giringiya yekîtiya Kurdan div ê qonaxê û got: Pirsgirêka Kurd yek e. Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavaye wê nîne. Pirsgirêkên me bi heman rengî ne. Kurd bi zorê bi çar parçeyan hatiye parçekirin. Yên di şerê cîhanê de li heman çeperê cih girtin, Kurd xistin vê rewşê.
Resul Elî got: Em niha ji her demê bêtir nêzî yekîtiyê ne. Divê kongreya Yekîtiya Netewî tavilê bicive. Bi vî rengî em ê karibin daxwazên Kurdan hevpar bikin.
Li barê çareseriya pirsa Kurd li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî Kosret Resul got: Jib o çareseriyeke mayînde ya pirsgirêka Kurd pêwîste Serok Apo tavilê azad bibe. Eger ew difikirin ku mîna 50 sal berê dikarin Kurdan bixapînin, ew xwe dixapînin.
Resul berdewam kir û got: Em êdî bi rewşên nû re rû bi rû ne. Ciwanên me li her cihî aktîf in. Pêşmerge û gerîlayên me yên mezin û xwedî feraseteke nû hene. Şert û mercên dewletbûna Kurdan jî hene. Em nabêjin em ê niha dewletê ava bikin, lê belê em dixwazin di çarçoveya mafên mirovan ên navneteweyî de neteweya Kurd bibe xwedî mafên bingehîn.
Li dawiya axaftina xwe de Kosret Resul Elî cext li wê yekê jî kir ku, Piraniya gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dijî. Lİ gorî vê jî divê dewlet çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd hêsan bike.
PUKmedia/ANF
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19