Li Rojhilata Kobanê 20 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

kurdistani 10:05 AM - 2014-09-21
 Li Rojhilata Kobanê 20 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

Li Rojhilata Kobanê 20 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê şeva borî li rojhilatê Kobanê du çalekiyên bi bandor li dijî terorîstên DAIŞ’ê li darxistin û di encamê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û otombêlek û doşkayek 23 hatin rûxandin.

Li gor nûçeya Hawarnewsê, şeva borî 20-21/9/2014, şervanên YPG’ê di demjimêrên 23.30’an de li gûndên Eyin elbat, Tilik, Qebecux yê rojhilatê Kobanê 2 çalekiyên bi bandor darxistin. Di wan çalakiyan de 20 çekdarên terorîstên DAIŞ hatin kuştinotombêlek û doşkayek 23’ê hate rûxandin.

Çeteyên DAIŞ’ê wextê bi hewara kuştiyên xwe ve tên şervanên YPG’ê li wan dixin, di encamê de otombêlek hat rûxandin, 6 otombêl derbe xwarin û  gelek kuştî birindarê çeteyan çêbûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket