Hêzên dij terorê li ser sînorê Rojava li benda fermanê ne

kurdistani 08:43 PM - 2014-09-20
Hêzên dij terorê li benda fermanê ne

Hêzên dij terorê li benda fermanê ne

Hêzên dijî terorê li ser sînorê Kurdistanê di amadebaşiyê de ne û çav li rê ne ku fermana fermî bê, ta sînor derbas bikin û bi hawara Kobanê ve biçin.

Çavkaniyeke teybet îro şemiyê 20 / 9 / 2014`e êvarê ji PUKmedia yê re ragihand ku; Piştî hêzeke teybet ji hêzên dijî terorê bi mebesta bihawarçûna hemwelatiyên Kobanê ve biçe li Rojavayê Kurdistanê, gihîşte ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û ji niha ve ew hêzên di amadebaşiyê de û çav li rê ye ku fermana fermî werbigrê, ta sînor derbas bike û berê xwe bide Kobanê û bi hawara welatiyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Kobanê ve biçe.

Hêjayî gotinê ye ku ev heyma hefteyekê ye terorîstên DAIŞ bi şêweyek tund êrişî bi ser herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ve dikin û welatiyên Kurd ên sivîl kirina armanca êrişên xwe, di encamê de hejmarek ji zor ji welatiyên Kurd li Kobanê jiyana xwe ji dest dane û hejmarek mezin ji welatiyan ji ber êrişan berê xwe dane sînorê Bakûrê Kurdistanê-Tirkiyê.

PUKmedia / Teybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket