Ebdulmihdî: Pirsên ligel Herêma Kurdistanê lidarin bi rêkeftinê çareser dibin

kurdistani 08:26 PM - 2014-09-20
Pirsên ligel Herêma Kurdistanê lidarin bi rêkeftinê çareser dibin

Pirsên ligel Herêma Kurdistanê lidarin bi rêkeftinê çareser dibin

Wezîrê petrolê yê hikûmeta federal a Êraqê Adil Ebdulmihdî da xuya kirin ku ew hewildide pirsên bi karta petrolê û girbestên petrolê ve girêdayîne û pirsên di navbera hikûmeta federal û Herêma Krudistanê de lidarine çareser bike.

Wezîrê petrolê li bajarê Basra ya li başûrê Êraqê ye, di kongireyek rojnamevanî de got: Ez bi mebsta rewşa kerta petrolê li Basrayê ji nêz ve bişponîm û pirsgirêkên lidarin çareser bikim hatim Basra.

Wezîrê petrolê wiha pê de çû û got; Hikûmeta niha li ser kare hikûmeta çareserkirina pirsgirêkane û ne hikûmeta dirustkirina qeyrana ye û divê pirsên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û federal de lidarin bi rêkeftinê bêne çareserkirin û di navbera aliyên siyasî de yên beşdarî prosa siyasî bûne ku Herêma Kurdistanê jî di nav de ye û ji bo berjewendiya hemû aliyan pêk bê, bawerî bête avakirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket