Encumena ewlehiyê di şerê li dijî DAIŞ de piştgirî da Êraqê

kurdistani 06:43 PM - 2014-09-20
Encumena ewlehiyê di şerê li dijî DAIŞ de piştgirî da Êraqê

Encumena ewlehiyê di şerê li dijî DAIŞ de piştgirî da Êraqê

Ecumena ewlehiyê ya NY roja înê bang li civaka navdewletî kir di şerê li dijî rêxisitina terorê DAIŞ û komên bi ser piştgiriyê bidin hikûmeta Êraqê.

Encumena ewlehiyê bi beyannameyekê ji aliyê seroketiya encumenê ku bi serpereştiya wezîrê karê derve yê Emerîka Jihn Kerry lidarket, êrişên rêxisitn aterorê bi ser Êraq, Sûriyê û Libnanê ve dibe bi tundî şermezar kir û bal kişand ser bi metiriyên êrişa rêxistina terorê.

Beyannameya ku ji aliyê wezîrên karên derve yên 30 welatî ve piştevanî lê hate kirin ku yek ji wezîrên karên derve yên Êranê û Firansa bûn, tekez li ser wê yekê kir ku pêwsîte hemû beşên civaka Êraqê beşdarî prosa siyasî ya Êraqê bibin û di navdiyalokeke siyasî de bin ligel hev.

Ji aliyê xwe ve wezîrê karê derve yê Emerîka Kerry di gotara xwe de bal kişand ser bi wê yekê ku divê ji bo jinavbirina rêxistina terorê DAIŞ miroger bibe, rêbazên leşkerî û ne leşkerî jî bêne bi kar nîn, ji ber vê yekê divê hemû alî di jinavbirina rêxistina terorê de xwedê rol bin.

Û wiha berdewam kir; Bi tenê hilbêjerdeyek li pêşberî me ye, ew jî bi operesyoneke giştî û cîhanê rû bi rû li berember vê rêxistina terorê bête rawestinan, ta gefên rêxistina terorê li cîhanê dixwe bêne ber alî kirin, her wiha divê ev operesyon wê yekê misoger bike ku ev rêxistin ne li Êraqê û ne Sûriyê be yan her cihekî cîhanê be cihekî ewle ji bo xwe nebîne.

Her wiha wezîrê karê derve yê Firansa Loran Fabyos da xuya kirin ku ti rawabûneke dewletê bi ser DAIŞ de nîne û ew nûnertiya Îslamê nake, her wiha banga wê yekê kir ku divê rû bi rû li beremberî DAIŞ bête rawestan din û jinav bête birin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket