Misir: Hevpeymana navdewletî ya ji bo jinavbirina DAIŞ berz nirxand

kurdistani 06:00 PM - 2014-09-20
Misir tekez kir ku dê ew li dijî DAIŞ rawestê

Misir tekez kir ku dê ew li dijî DAIŞ rawestê

Wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şukirî îro şemiyê 20 / 9 / 2014`e tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî ligel Êraqê ye di şerê li dijî terorê û bi vê yekê ve pabende, her wiha da xuya kirin ku rêbaza herî baş ji bo jinavbirina terorê li Êraq û navçeyê  hevkariyia di navbera welatên Ereb û cîhanê de ye.

Wezîrê karê derve yê Misrê Samih Şukirî di gotara xwe de ya li encumen awlehiyê ya NY de, ya derbarê Êraqê de lihev civya bû, da xuya kirin ku Misr ji bo çawa ligel terora li Êraqê û navçeyê belav bûye danûstandinê bike û bi teybet li dijî terorê DAIŞ, Misir beşdarî komcivîna Cede bû, her wiha beşdarî kongira Parîsê jî bû.

Şukirî diyar kir ku encumena ewlehiyên bi teybet ji bo Êraqê kom bûye û sîstema navdewletî çav li rê ye ku bi mezinbûna şaristiya Êraqê, hikûmeta Êraqê serkeftî be û karibe peywendiyên ligel derdora xwe ya Ereb avabike, her wiha  em di wê baweriyê de ne, ta rê li ber terorê û perçebûna Êraqê bêgirtin, dê hikûmeta Êraqê bi şêweyeke dadwer ji hemû pêkhateyên Êraqê pêk bê û bête avakirin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket