DAIŞ 49 rehîneyên Tirkiyê serbest berdan

kurdistani 10:20 AM - 2014-09-20
DAIŞ 49 rehîneyên Tirkiyê serbest berdan

DAIŞ 49 rehîneyên Tirkiyê serbest berdan

Îro 20/9/2014 di demjimêr 5:00 serê sibehê rêxistina dewleta îslamî (DAIŞ)`ê konsolosê Tirkiyê yê Musilê tevî 48 karmendên konsolxaneya Tirkiyê li sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyê re li deriyê sînorî Til Ebyedê derbasî Tirkiyê bûn.

Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu bi daxuyaniyekê ragihand ku, îro şeme di demjimêr 5:00 danê sibehê bi hewldanên serkeftî yê dazgeha istixbarata Tirkiyê MÎT ew 49 rehîneyên Tirkiyê hatin azad kirinê.

Ji aliyê xwe serokomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan got: "Serkonsolosê me yê Mûsilê, malbata wî û xebatkarên serkonsolosxaneyê yên welatiyên Tirkiyeyê ku ev demek bû li Êraqê dîl hatibûn girtin û bi operasyoneke serketî hatin xelaskirin.”

Hêjayî gotinê ye ku konsolosê Tirkiyê yê Musilê tevî 48 karmendên konsoxaneyê  roja 11/6/2014 ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatin desteserkirin û ev sê mehin di destê wan de bûne îro bi selametî gihêştin Tirkiyê.

PUKmedia/Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket