Rojnamevanek; Kongreya Netewî çêbibe kurd bikaribin di guhertinên Rojhilata Navîn de xwe bidin ferzkin

kurdistani 03:18 PM - 2014-09-19
Şêrwan Yûsiv

Şêrwan Yûsiv

Ji bo şopandina rewşa dawî li Kobanê û naskirina pêşhatên wê Kantonê, mi wek PUKmedia`yê bi baş dizanî ku hevpeyvînekê digel rojnamevan û çalakvanê siyasî ku ev demeke li wê deverê karê rojnamegerî û siyasî birêve dibe, rojnamevan Şêrwan Yûsiv pêk bînin tako xwendevanên me agahdarî wê rewşê bin.

Her weha Şêrwan Yûsiv yekek ji endamên damêzrêner yê yekemîn Kongireya Ciwanên Kurdistanê ye ku di sala 2010`an de li bajarê Amedê paytexta Kurdistanê birêve çû bû, her weha gelek nivîs û çalakiyên xwe hene û wek bêjer û pêşkêşvan û rêvebirê bernameyên Ronahî.Tv li kantona Kobanê xebitiye.

Werin em bi hev re naveroka wê hevpeyvînê bişopînin:

PUKmedia: Hûn rewşa êrişên DAIŞê li dijî Kobanê ?

Piştperdeyên Siyasî:

Şêrwan Yûsiv: Êrîşên ku di 15`ê vê mehê li Kobanê ji nû ve dest pê kirine bi biryareke Tirkiye li dijî projeya Xweseriya Demoqratîk û hebûna kurd e û ya herî balkêş di van êrîşan de hevkariya tirkan a rasterast bi DAIŞ`ê re ye, çi ji derbaskirina çekdaran û çi jî derbaskirina cebilxaneyan.

Mirov diakre bibêje ku ev êrîş jî derfeta dawîn a ku li pêş tirkan maye ku projeya kurdî li Rojavayê Kurdistanê têk bibe, ji lew re bi hemû hêza xwe ketiye nav de, bi taybet jî piştî ku hevalbenda navnetewî çêbû û ne li gorî dilê tirkiyeyê bû ûji bo ku Tirkiye hevalbendiya xwe bi Emerîka re xerab neke bi nave avakirina herêmeke tempon ketiye nava êrîşan de û dixwaze Kobanê dagir bike.

Her wiha ev êrîşên ku bi hevkariya Tirk û DAIŞ`ê li ser Kobanê pêk tên, weke bersivekê ji hevalbendiya navnetewî ya lewazkirina DAIŞ`ê ye ji ber ku li gorî Tirkan lewazkirina DAIŞ`ê hîna zû ye, ji ber ku negihiştiye armanca xwe, ew jî têkbirina projeya Kurdan e, nexwe derveyî vê armancê çima wê Tirkiye piştgiriya DAIŞ`ê bike yan jî lewaz bike !

Vêca ev maça fînalê ye ka Tirk piştî zêdetirî salekê ji êrîşan wê bikaribe vê projeya kurdî têk bibe yan na, her wiha ev ezmûneke din ji bo kurdan e ka diakrin projeya xwe biparêzin lê na. her wiha ji aliyê navneteweyî ve jî niha Emerîka wek temaşevan li van êrîşan dimeyizîne ka kurd dikarin xwe weke hevakbendekî ji Emerîkayê re bidin ferzkirin lê na. lê belê derdê YPG û Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk ji parastina herêmên xwe û paqijkirina DAIŞ`ê ji hevalbendiya Emerîkayê zêdetir; parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên xwe bidest xistine, ne bi hevalbendiyên derve, ku çareseriyek ji vê kaosa Sûrî  û Kurdistanî re bê dîtin !

PUKmedia: Rewşa Parastinê li Kobanê di çi astekê de ye?

Şêrwan Yûsiv : Belkî jî ev êrîşa herî dijwar e ya ku ji salekê zêdetir bi ser Kobanê de tê, lê belê eger mirov van êrîşan ji destpêka wê ve heta roja îro bişopîne û taybetmendiyên civaka Kobanê dahûrîne, mirovê bi awakî zelal dikare bêje ku dê Kobanê careke din biser bikeve. Çima?
Di destpêka şerê li ser Kobanê hem derfetên parastinê ji aliyê ceblixane û hejamra YPG ve kêm bûn û hem jî rêxistinkirina gel hîna negihiştibû asteke bilind. Di 20`ê Tîrmeha 2013`an de êrîşên mezin ji aliyê Arêşa Azad, Ehrar Şam, Cebhet Nusra û gelek çeteyên din ve êrîşn mezin hatin dîsa jî Kobanê li ber xwe da û nehat şkest tevî kêmasiyên ku me li jorê anîne ziman hebûn.

Ji ber ku di vir de parastin weke çandeke Kobanê tê nasîn di çanda wê ya êlane de heye û ji ber ku zemînekî ku berê PKK li wir ava kiribû heye, girêdana gundiyan bi gundê xwe re heye. Ji zêdetirî pênc hezar malbatên şehîdan heye. Eger mirov di dema niha de hejmara mezin a tevlîbûna nava refên YPG ji salekê heta niha û piştgiriya bakurê Kurdistanê û tevlîbûna ciwanên wê tev van tabetmendiyên Kobanê bike, mirov bi rihetî dikare bêje ku dê Kobanê van êrîşan jî bişkîne û biser bikeve.

PUKmedia: Gelo di derbarê helwesta Îtîlafê û ENKS hûn çi dibêjin?

Şêrwan Yûsiv: Bi kurt û kurmancî mirov dikare bêje Îtîlaf rûyê DAIŞ`ê yê siyasî ye, çima? Daxuyaniyên wan ên herî dawîn di derbarê Til Hemîsê de nîşana wê yekê ne. û her wiha daxuyaniya wê ya dawî di derbarê vekirina sînorê Tirkiyeyê li pêş miletê Kobanê qaşo xwe alîgirên milet dibînin, ev daxuyaniya wan gava duyemîn ji êrîşên DAIŞ`ê biser Kobanê de ne ji ku Kobanê ji sivîlan vala bikin, DAIŞ çekên xwe yên herî giran bikar bîne û pişt re Tirkiye were herêma xwe ya tampon ava bike û Kobanê dagir bikin. Îtîlaf bi destên derve çêbûye û wek me got çawa Tirk niha DAIŞ`ê aliyê cebilxane û çeteyan ve xurt dikin û li gorî berjewendiyên xwe araste dikin, ji aliyê siyasî ve jî Îtîlava ku di hemêza xwe de jî wisa dixin Tevgerê.

Lê ev yek li hember bêdengiya ENKS ne tişteke. ENKS jî xwe kiriye dûvika wê ye, û tu eleqeya ENKS ne bi kurdayetiyê û ne jî niştimaniyê heye, hew çend kesên wan mane li benda têkçûna berxwedana Rojava ne ji bo ku di dawiyê de bibêjin: Ma me ji we re negot siyaseta PYD şaş e! ango tiştekî ENKS ji bilî daxuyaniyên pûç û vala li ser ragihandinê nemaye, û gelê Rojava jî ev rastî nas kiriye û niha li her derê xwedî li destkefiyên xwe derdikeve û li ser xeta şehîdên xwe dimeşe.

PUKmedia: Gelo pêwîst e aliyên siyasî Kurdistanî ji bo Kobanê çi bikin?

Şêrwan Yûsiv: Di destpêka êrîşên bi ser Kobanê de her kesî got ev êrşî bi ser tevahiya Kurdistanê û destkefitên wan li her derê ye, êrîşên bi ser başûrê Kurdistanê de ji heman hovên DAIŞ`ê jî ev yek îsbat kir. Ji lew re jî dive hêzên Kurdistanî yên ku di van demên dawî de ku herî kêm di xendekên parastinê de ji hev ve nêzîk bûne dive derbasî hevgirtinek pêşketîtir bibin. Niha xwîna pêûmergeryan û gerîlayan li Şengal, Kerkûk û Hewlêrê tev hev û din bûye ji lew re dive xiyanet bi vê xwînê re neyê kirin.

Niha hebûna kurd û destkefiyên wan li ber metirsiya komkujiyan in, divê di zûtirîn dem de Kongreya Netewî çêbibe ku kurd bikaribin di nav van guhertinên Rojhilata Navîn weke hêzekê xwe bidin ferzkirin. Her wiha ji dîplomasî ve Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê dikarin piştgiriyeke mezin ji bo Kobanê di astê navneteweyî ve bikin, ne tenê ji aliyê navneteweyî ve her wiha ji aliyê cebilxane û şervanan jî dikarin destek bidin, va ye YPG jib o parastina Şengalê ji Rojava derbasî başûr bûn û Pêşmerge jî dikarin ji başûr derbasî Rojava bibin, di roja ku DAIŞ bi kêfa xwe sînoran radike ji wir xwe davêje wir çima em kurd sînoran di nava xwe de çêke.

Her wiha daxuyaniya YNK a piştgiriya bi Kobanê re helwesteke Kurdistanî ye ku mirov pê serilind be, ji ber ku di ware daxuyaniyê tenê de nemaye û amadebûna xwe ya parastina Kobanê xistiye pratîkê de. Niha eniya şer a Kurdistanê li Kobanê ye û dive hemi hêzên Kurdistanê berê xwe bidin wir.

PUKmedia: Gelo rola rewşenbîrên Kurdistranî di vê demê de çiye û gfereke çi bikin?

Şêrwan Yûsiv: Belkî di destpêka şoreşa Sûrî û Rojava de hinek nezalî û nakokî hebûn, lê niha her tişt bi awakî zelal diyar in ka çi bi sere Kurdistanê de tê, ji lew re niha rastiya ku Kurdistan jiyan dike de daxuyaniyên pûç û siyasetên pûç napejirîne, dive rewşenbîrên kurd jî li gorî rastiyên li ser erdê pêk tên tev bigerin û vexwendina yekîtî û yerêziya kurd bikin.

Niha derfetên dîrokî li pêş kurdan hene û bi qasî van derfetên mezin jî li pêş rewşenbîrên kurd hene ku bi rola xwe bilîzin û sînorên di nava pariyên siyasî de bi pênûs û çekên xwe yên rewşenbîriyê bişkînin û di nava gelê kurd ku dijmin bi salan e reşahiyek li pêş çêkiriye dive di vir de rewşenbîrên kurd rola xwe ya ronakbîriyê bilîzin û û li gel şervan û şehîdên wê gelê kurd bigihînin peravên azadiyê.

Tîbîniya Şêrwan Yûsiv: Derbarê helwestên Kurdistanî d, min qala yên başûr kir û qala yên bakur nekir ji ber ku em ji bîr nekin helwesta KCK û PKK a pratîkî û helwest ciwanên bakur û tevlîbûna nava YPG de jî em jibîr nekin

Hevpeyvîn: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket