Çendîn şûnwarên Silêmanî tên nûkirin

kurdistani 02:43 PM - 2014-09-18
Çendîn şûnwarên Silêmanî tên nûkirin

Çendîn şûnwarên Silêmanî tên nûkirin

Parêzgarê Silêmaniyê Behroz Mihemed Salih bi hevalîniya birêvebirê şûnwarên Silêmaniyê û hejmarek ji dostên kelpor û sîroka Silêmanî serdana hejmarek şûnwarên dîrokî ên silêmaniyê kirin.

Di wê serdanê de parêzgarê Silêmaniyê çavdêriya projeyên nûkirina wan cihan kiriye. Ji wan cihan jî:

Otêl Fereh: Kevintirîn otêla silêmaniyê ye, sala 1920 hatiye avakirin, li ser budceya parêzgehê bi 800 milyon dinar tê nûkirin.

Mala Şêx Mehmudê nemir: Yek ji projeyên şûnwarên giring ya bajarê Silêmaniyê ye dîroka wê vedigere destpêka sedsala bîstan, mala yekemîn padişahê Kurdistanê bûye û bi 1 milyar û 500 milyon dinar tê nûkirinê û dê bibe mûzexaneyek taybet bi jiyan û xebata Şêx Mehmed.

Mala sofî Kerîm: Sala 1890 ew avahî hatiye avakirin û 447 milyon dinar hatiye xerc kirin bo nûkirina wê.

Mala Reuf Seraf: Sala 1932 hatiye avakirinê û dê bikin otêlekî keleporî.

Mala Reşîd Osman Çawîş: Sala 1885 hatiye avakirin û li serdema dagirkirina Ingilîzan ew kirbûn nexweşxaneye. Parêzgehê 700 milyon dinar bo nûkirina wê terxan kiriye.

Mala Elî Mam Şêxe: Sala 1920 hatiye avakirin li ser budceya parêzgehê bi 500 milyon dolar tê nûkirin.

Ji bilî wê jî nêzîkî 17 avahiyên kelpor û dîrokî yên din li bajarê Silêmaniyê li ser navê şûnwarên Silêmaniyê ew cihê hatine ji welatiyan hatine kirrîn û dê bênew nûkirin.

PUKmedia/Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket