Efrîqa Başûr: Em li beramber qurbaniyên Helebçe seyr man

kurdistani 09:10 PM - 2014-09-17
Efrîqa Başûr: Em bi qurbaniyên Helebçe matmayî man

Efrîqa Başûr: Em bi qurbaniyên Helebçe matmayî man

Îro 17/9/2014 bi mebesta ji nêzîk ve naskirina komkujiya Helebçe, her du rêxistinên (Olof Şod  û Global Rêlîve) ya Efrîqeya Başûr serdana  monomênta şehîdên Helebçe kirin.

Berpirsê rêxistina Olof Şod, Hekîm Elî taybet ji PUKmedia`yê re ragihand: Em ji Efrîqa Baûr hatine û me hevkariya Efrîqa gîhande penaberên Êzîdî, her weha em dixwazin belgeyên kîmyabarana Helebçe jî bi Efrîqiyan bidin nasîn.

Her di wê derbarê de jî berpirsê rêxistina Global Rêlîve, Lofy  ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Dema ez van tawanên hovane dibînim, ji dil giriyê min tê.

Got jî: Xweşbextim ku ez îro dibînim ku Helebçe dijî, ev tiştê li hemberî vî bajarî hatiye kirin komkujiyek mezine, em îro bi van dîmenan şok derbas kir û seyr man. Ji bo vê jî tişta ji destê me bê jib o gelê Kurd em bi erkê xwe dizanin. Ku îro jî bi sedhezaran penaber hembêz kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku şanda Efrîqeya Başûr hevkarî gîhand 2000 malbatên Êzîdî û beşekî din jî li Şirnex û Silopiyê ya bakûrê Kurdistanê li ser penaberên Êzîdî de belav kirin.

PUKmedia/Ferhan Hemexan – Helebçe

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket