Piştî hêzên navnetewî nêzîkî YPG`ê dibin, Îtîlafa Sûrî YPG`ê bi komkujiyan tawanbar kir

kurdistani 12:39 PM - 2014-09-17
Hecî Efrînî

Hecî Efrînî

 Li ser daxuyaniya Itîlafa Sûrî û tawanên ku dixin pal hêzên YPGê, bê guman Yekîneyên Parastina Gel  (YPG)`ê weku hêzeke netewî  û  nîştimanî,  li Rojayê Kurdistanê  hatiye avakirin, heya roja îro armanca wê hêzê ew`e parastina Rojavayê Kurdistanê bû, û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurditanê,  ji êrişên rêjîma Sûriyê û hemû rêxstinên tundrew, ev yek,  jî  bi gelek belge hatî piştrast kirin û em dikarin bêjin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belkû ev hêz li tevayî  Kurdistanê diyar kir ku amadeye parastina hemû xelk û xaka Kurdistanê bike li çar perçeyên Kurdistanê.

Ji ber wê yekê, yek jî bi mudexelekirina YPG`ê di herêma Şengalê re wek nimûne,  ji bo parastina Kurdên Êzîdî, piştî vekşîna pêşmerge ji wê navçeyê, hate çespandin ku YPG`ê karî bi dehezaran ji Kurdên Êzîdî ji komkujiyên DAIŞê rizgar bike, ev jî tê wê wateyê ku ev hêz ji bo parastina nirxên mirovatiyê kar û xebat dike.

Li bermerê vê yekê jî gelek hêzên nevdewletî û herêmî çi dewlet bin yan kesayetî  bin ev yek bi helwesteke erênî nas kirin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ev daxuyaniya Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ku têde YPG`ê bi komkujiyê li dijî Erebên Til Hemîsê tewanbarkiriye,  bê bingehe û ji rastiyê dûrin, û ji ber ku hêzên navnetewî di vê demê de xwe nêzîkî  YPG`ê,  dikin Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî YPG`ê bi van tewanbariyê bê bingh tewanbar dike. 

ji ber ku YPG`ê weku hêzeke bi rêxistin û mezin a çekdarî çi li Sûriyê be yan li Rojavayê Kurdistanê be xwe îsbat kir.

YPG`ê jî pêştir çekdarên DAIŞê bi encamdana komkujê li gundên Til Hemîsê tawanbar kiribû, Her wiha fermandariya giştî ya YPG`ê li beremberî van tewanbariyan da xuyaniyek da û têde eşkere kir ku rêxistina terrorê DAIŞ ji bo ku têkçûna xwe li hemberî hêzên YPG`ê veşêre, sivîlan weku mertal bikar tîne çi jin bin yan zarok bin û komkujijyan bi ser xelkê Til Hemîs û xelkê deverê de dike, û kiriyarên xwe davêje sûkra YPG`ê, ev yek jî , îsbat dike ku da xuyaniya  Îtîlafê û helwesta rêxsitina terorê DAIŞ weku hevin.

Ji bo vê yekê da xuyaniya pevdarê Yekîneyên Parastina Gel di vê warî de rastin ya têde goti bû, eger çi belege yan dicomenter hebin ku têde îsbat heye ku YPG`ê li dijî xelkê sivîl komkujî kiriye bila pêşkêş bikin.

Ez careke din dubare dikim ku Yekîneyên Parastina Gel hêzeke bergirî li nirxên mirovatiyê dike û parastina Kurd û Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê erkeke xwe ya mirovî û nîştimanî dibîne.

Nivîskar: Hecî Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket