Siyasetmedar û mafnasên Kurd ji bo PUKmedia`yê:" YPG`ê komkujî nekiriye"

kurdistani 12:36 PM - 2014-09-17
Siyasetmedar û mafnasên Kurd: YPG`ê komkujî nekiriye

Siyasetmedar û mafnasên Kurd: YPG`ê komkujî nekiriye

Li gor agahiyên ku ji wan navçeya Til Hemîsê ya ser bi Qamîşloyê bi destê PUKmedia`yê ketine ku di rastiya wê komkujiya tê baskirin, ji aliyê çeteyên DAIŞê ve pêkhatiye û xelkên deverê bang li YPG`ê dikin tako wan ji komkujiyan rizgar bikin, di wê barê de, jêdereke agahdar ji wê deverê ji PUKmedia`yê re ragihand: Welatiyên gundên Şermûx û El-Cedaan ji ber kiryarên çeteyan bang li hêzên YPG’ê kirin kirin ku wan ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin.

Her weha ji bo em rastiya wê tawanbariyên aliyên erebî û yên xwedî ecnîdeyên nejedperestî û dijmantiya gelê Kurd ji nêzîk ve bişopînin, PUKmedia`yê rêportaje bi keseyatiyên çalak hem li meydana şer û hem jî li meydana siyasî û tenduristî û rojnamegeriyê de, ev rêportaj digel van rêzdaran hat pêşxistin: Peyfdarê Hêzên YPG`ê li Başûrê Kurdistan Polat Can, ji Nemasayê Dr. Berxwedan Omer, ji meydana şer li Kobanê ragihandvan Mistefa Balî, ji Almanya siyasetmedar Bekir Dîko, ji Qamîşloyê çalakvanê mafên Mirovan Alan Bego, ji Silêmaniyê Rojnamevan û çalakvanê siyasî Hecî Efrînî, ji Almanya Dr. Kemal Seydo Şêwermendê karûbarê Rojhilata Navîn yê Komeleya Berevaniya li gelên geflêkirî (STP). 

Hûn dikarin bi me re vê rêportaja girîng li ser nêrînên siyasetmedar û rewşenbîr û mafnasên Kurd di barê tawanbarkirina YPGê bi komkujên li dijî erebên Til Hemîsê.

Di wê barê de, PUKmedia`yê bi fermanderekî meydanî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)`ê Polat Can re kir û di wê daxuyaniya taybet de, rêzdar Can ew gotin û nûçeyên li dijî hêzên wan tên gotin ku YPG`ê komkujî kiriye, bi yekcarî nerast e û dûrin ji rastiyan û ti belgeh di destê wan de nîne ku nîşan bidin.

Fermadarek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê rêzdar Polat Can di daxuyaniyeke taybet de, ji PUKmedia`yê re li ser tomatên Îtilafa opoziyona Sûrî ku dibêjin YPG`ê li gundên Tilhemîsê li dijî civîlên Ereb komkujî encam dane ragihand û got: "Ew tomatên ku Îtilafa Nîştimanî ya Guhetina Demokratî li Sûriyê ne rastin û dûrin li rastiyan û di paş wê de, aliyên ku piştgiriya terorê dikin hene û sûdê jê werdigrin".

Can aşkire kir ku ew tometên ku li dijî YPG`ê didin nîşan kirin tev bê belgeh û ne rewa ne tev bêbextiyê dikin. Her weha ew operasyona me ya dûrxistina terorê ji Qamîşloyê û serkeftina me li dijî terorê, rûyê pîs yê gelek aliyan û kesên nejetperestan aşkire kir.

Her weha fermandar Polat Can di berdewamiya axiftina xwe de, ji  PUKmedia`yê re dazanîn ku YPG`ê bi bê li reng an jî ola mirovan temaşe bike, mirovan diparêze û em Ereb û Xirstiyanan jî diparêzin mîna çawa em Kurdan diparêz in.

**Ji Bajarê Kobanê û di nav eniya şer û cenga ku niha di navbera YPGê û DAIŞê de berdewam e, rojnamevan û çalakvanê siyasş yê Kurd Mistefa Balî ji PUKmedia`yê re nêrînên xwe di barê tawanbartiya vê dawiyê ku hinek aliyên siyasî yên erebî dixin stuyê YPGê li Til Hemîsê û piştgiriya DAIŞê dikin, wiha axiftin kir: Derbarê tuhmeyên ku niha li dijî YPG`ê ketine rojeva opozisyona ereb a nîjadperest de, em dikarin vê bêjin:

-Piştî sê salan ji pêşvaçûnên ku li suryayê diqewimin diyar bû ku ev hêzên opozisyonê nikaribûn bibana altirnatîfekî baş ji bo surya pêşerojê, di nava xwe de hêzên radîkal weke derguşekî  xwedî kirin û mezin kirin di bin navê dijbertiya rêjîmê, ji xwe ew jî nikaribûn bibin artêşekî rêxistinkirî û hêzên wan cuda cuda û belav belav derketin holê û ev belavbûn û hevkariya bi îslama radîkal re xerabûn, kûştin, dizî û talanî derxist holê ta asta ku pêkhateyên suryayê nefret ji şoreşê bikin ango bi kurtayî mirov dikare bêje ku hevoka (artêşa azad) derewa herî mezin bû di dîroka surya de çi ku ev artêş ne xwedî dispilînekî leşkerî bû û ne  xwedî biryargehekî navendî bû û ne jî xwedî pirojeyeke siyasî zelal bû ev jî pîvanên sereke ne ji bo her artêşekê.

Li beramberî vê hêzên YPG ê diyar kirk u ev her sê pîvanên me behis kir di nava xwede diparêze(dispilîn, biryargeha navendî, pirojeya siyasî)ji bo wê YPG bû armanca êrîşên tarî ji milî opozisyona nejadperest re û bi perspektîvekî ji dewleta turk ve.
Di rojên dawiyê de tuhmeyên komkujiya li dijî YPG hatin bi karanîn ji hêla ekranên opozisyona nejadperest ji xwe ev ne cara yekeme ku ev tuhme tên bi karanîn lê her car diyar dibe ku tu rastiya wê tune.


Rojnamevan û çalakvanê siyasî Mistefa Balî di nêrînên xwe ya ji PUKmedia`yê re ragihandiye de dibêje: Lê taybetmendiya vê carê bi karanîna van tuhmeyan sedemên xwe yên taybet hene :

1-sedema yekem ewe ku behsa hevpeymanekî navnetewî dibe li dijî DAIŞ û li gor vê hevpeymanê pêwistî bi hêzekî heye ku li ser erdî karibe bibe hevkar di vê hevpeymanê de lê belê hêzên di bin navê artêşa azad de û tabûrên cuda cuda û her wiha pir rayedarên kowelisyona surî û di serî de birayên misilman diyar kirin ku ew wê tevlî ve hevpeymanê nebin ji xwe ew jî girêdayî berjewendiya dewleta turke li gorî vê hêzên navnetewî rêeksiyon nîşan dan û behsa îtîfaqekî bi YPG ê re kirin( çi li ser masê çi li bin masê)
2-diyar bû ji hinek tabûrên artêşa azad ên welatparêz re ku YPG`ê modêla herî rast û altirnatîfekî pir balkêşe ji bo surya pêşerojê û li gorî wê nêzikatiyê xwe ji nav antîpropoganda ya li dijî YPG vekişandin û di encama vê de hatin rêkeftinan bi YPG re ava bikin(Rêkeftina piratik li Ezazê- Volkana Firat jî li Kobanê).

Ji bo van herdu metirsiyên ku bandorê li hişmendiya nejadperest dike, dest bi hemleya antîpropoganda ya har û bêbext kirin û tuhmeyên komkujiyê kirin rojevê.

Lê weke her car dê rastî derkeve û derwa wan jî derkeve ji ber ku nekarîbûn belgeyeke li gor pîvana derxistana, tenê axaftinên xwe li ser navê çalakvanên ne diyar û çavdêrên bê nav diweşînin.ew jî  terzekî ku pê gelê Sûrya ji destpîka şoreşê hat xapandin lê vê care dê neye vê lîstokê.

Ê ku dixwaze belgeyên komkujiyan bide dibe dîmenên komkujiyê derxe an hevdîtin bi malbatên ku komkujî li ser wan pêkhatiye, pêk bîne.

**Her weha çalakvanekî Kurd ji bajarê Qamîşloyê bi navê Alan Bego di barê tomatên hinek aliyan û bi taybet Itîlafa opoziyona Erebî Sûrî li dijî Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê de, nêrîna xwe bi zelalî anî ser ziman û wiha pê de çû: Di dîroka kurdan de, tevî ji cerga kurd bi hêzbûn û dewlet û empratorbûn, ti caran komkujî li dijî tu miletan pek ne anîn û her û her alîkarya miletên bin dest dikirin û ew diparastin.

 Bego di barê yê ku komkujiyan pêktînin de, ew ne karê kurdan e, lê ew karê erebênolperestin ku xwedî dîrokeke reşin, bi vê awayî nêrîna xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re berdewam dike û dibêje: Komkujiyên ku cêdibin, ne ji cand û exlaqê kurdan e, lê olperstên ereb dîroka wan reşe di van kiryaran de.

Lê di derbarê belavoka Itîlafa Sûrî li dijî YPG`ê û dibêje YPG`ê komkujî pêkaniye de, Alan Bego aşkire dike ku Itîlafa Sûrî nejadperestiyê li dijiî kurdan pêk tîne û naxwaze tu mafên kurdan bi cî bên û pistî nêzîkbûna lêxistina DAIŞê li ser dest Ewropa û Emerîka, Itîlaf hewl dide kurdan dûrî vê yek girtiye bi be û wêneyek şas li ser kurdan belavbike. Û ev kiryar tên di bin bandora Qeter û Turkiya li ser Itilafê.

Çalakvan û rojnamevan Hecî Efrînî li ser daxuyaniya Itîlafa Sûrî û tawanên ku dixin pal hêzên YPGê, nêrînên xwe ji PUKmedia`yê re aşkire dike û ragihand: Bê guman Yekîneyên Parastina Gel  (YPG)`ê weku hêzeke netewî  û  nîştimanî,  li Rojayê Kurdistanê  hatiye avakirin, heya roja îro armanca wê hêzê ew`e parastina Rojavayê Kurdistanê bû, û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurditanê,  ji êrişên rêjîma Sûriyê û hemû rêxstinên tundrew, ev yek,  jî  bi gelek belge hatî piştrast kirin û em dikarin bêjin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, belkû ev hêz li tevayî  Kurdistanê diyar kir ku amadeye parastina hemû xelk û xaka Kurdistanê bike li çar perçeyên Kurdistanê.

Efrînî dide xuyakirin û ji ber wê yekê, yek jî bi mudexelekirina YPG`ê di herêma Şengalê re wek nimûne,  ji bo parastina Kurdên Êzîdî, piştî vekşîna pêşmerge ji wê navçeyê, hate çespandin ku YPG`ê karî bi dehezaran ji Kurdên Êzîdî ji komkujiyên DAIŞê rizgar bike, ev jî tê wê wateyê ku ev hêz ji bo parastina nirxên mirovatiyê kar û xebat dike. Li bermerê vê yekê jî gelek hêzên nevdewletî û herêmî çi dewlet bin yan kesayetî  bin ev yek bi helwesteke erênî nas kirin. Ji bo vê yekê em dikarin bêjin ev daxuyaniya Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî ku têde YPG`ê bi komkujiyê li dijî Erebên Til Hemîsê tewanbarkiriye,  bê bingehe û ji rastiyê dûrin, û ji ber ku hêzên navnetewî di vê demê de xwe nêzîkî  YPG`ê,  dikin Îtîlafa Nîştimanî ya Sûrî YPG`ê bi van tewanbariyê bê bingh tewanbar dike.  ji ber ku YPG`ê weku hêzeke bi rêxistin û mezin a çekdarî çi li Sûriyê be yan li Rojavayê Kurdistanê be xwe îsbat kir.

Hecî Efrînî dibêje YPG`ê jî pêştir çekdarên DAIŞê bi encamdana komkujê li gundên Til Hemîsê tawanbar kiribû û wiha pê de çû û got: Her wiha fermandariya giştî ya YPG`ê li beremberî van tewanbariyan da xuyaniyek da û têde eşkere kir ku rêxistina terrorê DAIŞ ji bo ku têkçûna xwe li hemberî hêzên YPG`ê veşêre, sivîlan weku mertal bikar tîne çi jin bin yan zarok bin û komkujijyan bi ser xelkê Til Hemîs û xelkê deverê de dike, û kiriyarên xwe davêje sûkra YPG`ê, ev yek jî , îsbat dike ku da xuyaniya  Îtîlafê û helwesta rêxsitina terorê DAIŞ weku hevin.

Ji bo vê yekê da xuyaniya pevdarê Yekîneyên Parastina Gel di vê warî de rastin ya têde goti bû, eger çi belege yan dicomenter hebin ku têde îsbat heye ku YPG`ê li dijî xelkê sivîl komkujî kiriye bila pêşkêş bikin.

Ez careke din dubare dikim ku Yekîneyên Parastina Gel hêzeke bergirî li nirxên mirovatiyê dike û parastina Kurd û Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê erkeke xwe ya mirovî û nîştimanî dibîne. 

**Ji Almanyaê xebatkarekî Rojavayê Kurdistanê yê dêrîn Bekir Dîko jî di barê mijara tawanbarkirina hêzên Kurdî bi encamdana komkujiyan ji PUKmedia`yê re axivî: Wek ku dîroka kurdan ji mere xwvaye bi carekê kurdan ne komkijî û ne jî girtî yên di şer de ne kuştine. Û ev tiştên ku li ser YPG`ê tên gotin, di wê demê de ku YPG`ê, gavên mezin û pak pêş ve avêtin.

 Li ser wê, di vir de, rola Mîta Turkan û ew çekdarên ereb yên tîkilên wan li gel Mîtê hene, ev karê qirij kirine, ji bo têkin istuyê hêzên YPG`ê û navê wê li ber cîhanê û herêmê nerewa bikin.
Bakir Dîko jib o rastiya wê tawanbarkirinê wiha got: Eger rastîyek bi tenê di wê komkojiyê de heba, wê bi belgehan derxistna ser kenalên ragihandinan.

Ji ber wê jî, ev bi carekê derawe û ne karê kurdane. Êcar Itîlafa Sûrî jî tilîka xwe di meselê da heye, hema xwe hazir kiri bû ku wek çekek bi dest xwe hanî li dijî kurdan, dema ez dibêm kurdan yanî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê wê xwsteka xwe û ya TurkIyê pêk hune.

Wek ku ez dibhînim û ev nirîna min ku ew kurdên di Itîlafê de xwe li gel Itîlafê wek nirîna Itîlaf wê li dijî YPG`ê cih bigrin ëcar ev cîhë pirsê ye mixabin.?

Lê di dawiya axiftina xwe de, kadroyê dêrîn yê tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Bekir Dîko wiha got: Lawan û keçûn me bo sê salin bi şev û roj, zivistan û havînê rih û canê xwe dane fedakirinê ji bo rêya pak ji bo kurdan re, ji bo karê wlo qrêj û ji ber wê yekê rem bi carekê rê nadin kesan ku nevên wan ne xwaş bikin û li cem me ew xeta sore.

**Ji welatê Namsayê Dr. Berxwedan Omer endamê Encûmena Tenduristiyê ya Rojavayê Kurdistanê jî di barê xistina tawanên nerewa li stuyê hêzên berevaniya rewa ya Rojavayê Kurdistanê YPG`ê ji PUKmedia`yê re wiha axifî: YPG ti carî komkujiyan nake ji ber hemû gel ji kurd ereb û sûryanan temsîl dike û hemû gotinên ser YPG`ê vala ne , ew hêzeke rewa ye ji bo hemû pêkhateyên rojava.

Her weha li ser belavoka Îtîlafa Sûrî jî ku tê de YPG`ê şermezar dike Omer aşkire kir ku: Bo balavoka îtîlafê: Ev ne cara yekemîn e ku îtîlaf belavokên bi vî rengî derdixe her kuYPG`ê  gavine erênî diavêje ew belavokên bi vî rengî derdixe lê dema  ku DAIŞ herêmên rojava tobbaran dike , ew DAIŞ `ê wek artêşeke şoreşgerî  dibîne.

-Berî înekê odeyeke hevbeş di navbera Artêşa Azad û Yekînêyên Parastina Gel de  li kantona Kobanê bi navê Burkan El Fûrat li hember hêzên hovane(DAIŞ) hat avakirin lê îtîlafê ti dawxîyanî li ser vê yekê dernexistin.
-Îtîlafê ev belavok ji bo razîkirina ew hêzên ku li hember îradeya gelê kurd disekinin û piştgiriya hêzên terror dikin,derxist.
-Ev her sê xal û hîn zîdetir xal diyar dikin ku îtîlaf pişgiriya hêza DAIŞ`ê dike û li hember îradeya gel disekine. Lê em bi hêvî ne ku Encûmana Niştîmaniya Kurdî diyar bike ku ew jî di bin siya belavoka îtîlafê de ye an na.

 

‌ **Her weha di wê barê de, pêşmergeyekî dêrînî Bakurê Kurdistanê Dildar Şeko jî nêrîna xwe ji PUKmedia`yê re got: Di derbarê komkujiya li dijî gundên li derdora Tilhemîsê, em hemû baş dizanin ku di kultûra YPGê û ji jêdera ku YPGê jê hatiye de, ti carî komkujî nehatiye encam dan û ew kar di kultûra wan de bi yekcarî tune ye.

Şeko dibêje ku ew gel diparêzin û hêzekî girîngin ji bo parastina gelê Kurd û ji berevaniya li Serêkaniyê heya Şengalê nimûneya karê wan yê netewî ye û ez bar im ku ew kesên ku bi navê Kurd YPG`ê tawanbar dikin, ew ne kurdin û tenha bi regez Kurdin lê di têgeh û kar û nêzîketiyêpn xwe de, ji kultûra Kurdwariyê dûr in.

Pêşmerge û rewşenbîrê Kurd Dildar Şeko di barê wan kesên ku neyartiya doza gelê Kurd dikin de wiha pê de çû: Ez wan kesan bi Kurd nizanim û karên wan ti carî li xizmeta gelê me de nîne û ew li derveyî rêzên Kurdan dijîn, ji ber ku Karê komkujiyan ne ji Kultûra YPG`ê ye, lê ew jixwe ji kultûra DAIŞê ye.


**Her weha di barê yasayî û mafnasî de, bi taybet li ser gotin û nûçe û tawanbarkirina aliyekî Kurd li komkujiya Til Hemîsê ku tê îdiyakirin ku li dijî sivîlan pêk hatiye, Mafnasê Kurd Kemal Seydo di wê barê de, wiha got: Heta ku kommîsyoneke serbixwe ava nebe ez nikarim tishtekî bêjim. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku YPG bi tishtekî wisa rabibe.

 Di aliyê ku YPGê bi zanibûn an bi mebest kokkujî bi serê ereban kiribe, manas Dr. Kemal Seydo ji PUKmedia`yê re wiha got: Ez bawer nakim ku YPG`ê bi qesdî sivîlan bikuje.

Lê di barê daxuyanî û gotin û bêbextiyên aliyên erebî û ragihandinên wan de, Seydo dazanîn ku daxuyaniyên aliyên Erebên Sunnî û alîgirên wan ne cihê baweriyê ne. Ji ber ku ew şirîkê DAISHê ne. Careke din dibêjim, tenê piştî ku lêkolînek bê kirin, û bê îsbatkirin miriv dikare pişrast be.

Rêportaj: Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket