Xwendekarên Kurd sîstema perwerdeya Tirk boykot dikin

kurdistani 12:17 PM - 2014-09-15
Xwendekarên Kurd sîstema perwerdeya Tirk boykot dikin

Xwendekarên Kurd sîstema perwerdeya Tirk boykot dikin

Li Tirkiyeyê sala nû ya perwerde û hîndekariyê îro destpê dike. Xwendekarên Kurd, wê ji bo şermezarkirina sîstema perwerdeyê ya Tirk a nîjadperest, hefteyekê neçin dibistanan. Di nava vê hefteya boykotê de, bi armanca bal kişandina ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê, wê gelek çalakî bên lidarxistin.

Li Tirkiyeyê, sala nû ya perwerde û hîndekariyê, bi boykota xwendekarên Kurd destpê dike. Sîstema perwerdeya nîjadperest a Tirk ku bi qasî dîroka komarê kevn e, îsal jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li ser Kurdan tê ferzkirin. Însiyatîfên Xwendekarên Kurd ên li dijî vêk etin nava nevgerê, wê li tevahiya Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hefteyekê neçin dibistanan. Li gel boykotê, xwendekarên Kurd wê ji bo mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bixin rojevê, çalakî û konferansan lidar bixin.

Lê belê bala her kesî wê ne tenê li boykota dibistanan be, di heman demê de wê li dibistanên li Cizîr, Amed û Geverê yên bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide, bala civakê dikşînin. Dibistanên li van sê herêmên pîlot tên vekirin, wê gav bi gav li gelemperiya Kurdistanê bên belavkirin.

Bi pêşengiya Kurdî-Der, TZPK Kurdî, Egîtîm Senê wê li Amedê dibistana Ferzad Kemanger, li Cizîr û Geverê dibistanên Dayika Uweyş  bi merasîmên girseyî bi zimanê dayikê bêjin 'merheba'. Her sê dibistan ji aliyê AKP'ê ve weke li derveyî qanûnan hat îlankirin, lê belê tevî qedexeyên AKP'ê jî wê xebatên perwerdeyê yên li van dibistanan destpê bikin.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket