Daxwaz û hesretên mirovekî mezin, Kohzad Simko (1954 – 2014 Ûrmiye )

kurdistani 01:30 PM - 2014-09-14
Daxwaz û hesretên mirovekî mezin... Kakşar OREMAR

Daxwaz û hesretên mirovekî mezin... Kakşar OREMAR

Kohzad Simko( 1954 – 2014 Ûrmiye )

Oxira dawiyê ya neviyê Simkoyê Şikak

Kohzad wek kesekî birêz tevî bira û kesên xwe li gişt xebatên xwe yên malbatî û civakî, serbixweyî ya xwe û malbata Simkoyê Şikak parast. Mirov dikare bibêje ku Kohzad sitûna berxwedana malbata şoreşger a Simko bû. Dijmin jî bi çavekî wiha ew didît. Çimkî ew di gişt xebatên xwe de rastî astengî û pirsgirêkên „Îtilata Îranê“ dibû. Her karik dikir, ji aliyê dewleta Xumêynî ve ew kar û pilanên wî dihatin têk dan. Tim armanca dewletê, şikandina hêza berxwedana wî û hevalbendên wî bû

Ew kesekî giran û girêdayî rêbaza pîroza kurdîniyê bû. Rêbaza ku wek mîrasekê ji bav û kalan jê re mabû û heya sax bû ji wê qadê dûr neket û derneket.

Dema ji bo konferans an jî helkeftekê diçûme bakurê Kurdistanê ew jî ji bo dîtina min dihate Wan, Gever an jî her dera ku me bikarîba hev bibînin. Kesekî emeknas û rêzdar bû. Ev gotina wî qet ji bîra min naçe:“ Med TV yekemîn TV’ya kurdan bû ku jiyan, raman û xebata Simkoyê kalkê me raxist ber çavan. Ew karê han ji me re dubare hatina dinê û destpêka jiyanake nû bû…“

Me tenê çend caran ji nêzve hev dît lê her carê em bi dûr û dirêjî axivîn. Êş û elemên jiyana bindestiyê di çav û rûyê wî de diyar bûn. Mandî, pir westiyayî û ji destê zor û zulmê dinalî, ji bêderfetiyan dikalî ku rejîma totalîter rê li ber çêbûna wan vekiribû. Eşqa wî çiya bûn û derdên dîrokê baş fam dikirin. Pir caran li ser xiyanetê, xwe kêm dîtina hinek endamên malbatê û sivkatiyên ku bi wan hatibûn kirin, diaxivî. Bi dil û can dixebitî ku pêngavekê bavêje û nehêle malbatên esîl û ciwanên kurd bikevin davkên komara teror û wehştê. Her carê ji kûrahiya dilê xwe axînek dikişand û çavên wî tije hêsir dibûn. Li min dinêrî û êdî her tişt di nêrînên wî de xuya bûn. Kohzad mirovekî bi şexsiyet û qîmeta xwe û keda bav-kalên wî li ber çavên wî bû. Ji bona wê jî hemû tiştek pejirand lê li hemberî dijmin sivkatî tehemûl nedikirin.

Kohzad kurê Babaxan bû. Bav û kur, kalk û ejdad, bira û bab û heta roja îro jî tevde bi sedan sale li ser axa xwe bûne dergevanên parastina doza kurdîniyê. Tevî ku ji hêla dijmin ve hatine kuştin, şikence û girtin lê wan kerameta xwe parast. Ji ber wê jî ji kevin de heya roja îro gel bi çavê lîder û mezinên xwe li wan dinêre.

Kohzad ewladê şîrhelal yê gelê xwe bû. Pergal serdest li Îranê pir zehmetî jêre çêkirin lê wî li hemberî dijminê doza bav û kalan, xwe kêm nekir. Qendîl, Amed, Hewlêr, Qamîşlo, Ûrmiye û Mehabad ji wî re mekanên pîroz bûn.

Kurte Jiyan

Kohzad li sala 1954’an li gundê Cûhniyê li herêma Soma ji dayik bû. Ew kurê Babaxan ê herî mezin bû. Xwendina xwe li gundê Gengeçînê domand û li şarê Ûrmiyê di beşa zanista natur de dersa xwe bidawî anî. Bû mamostayê xwendingehê û li dema „sipah danişiyê“ ya dema rejîma Pehlewî li gundan dersbêj bû. Paşî serketina şoreşa gelan li Îran û desthilata rijîma Xumêynî, li ser kar hat derxistin. Tenê heza gel a ji malbatê re û helwesta wî ya li ser rêbaza gel bûn sedem ku ew ji kar dûr xistin.

Kohzad û Salên dijwar

Ji sala 1978’an heta sala 1980’ê ku hêzen siyasî li rojhilatê Kurdistanê di rewşike şer û neşerkirinê de dijiyan, zextên giran li ser malbata Simko dest pêkirin. Dewleta Îranê di despêka karê xwe de gelek soz dabûn kurdan lê tenê yek ji wan sozan jî bi cih neanî. Di rewşeke wiha de li herêma Ûrmiyê û Somayê li hemberî wê rewşê malbata Simko serbixwe dixebitî û hin karên wek şerê çekdarî û siyasî li dijî desthilata totalîte didan meşandin. Kohzad di nava wan xebatan de xwedî rolekî sereke û bi bandor bû.

Sala 1981’an hin şerên ku li dijî dewleta Xumêynî dihatin kirin, piraniya wan şeran malbata Simko dimeşandin. Ev rewş û bandora malbatê li ser xebata gelê kurd li herêmê ji çavê dewleta nûhatî dûr nebû. Zext û zor li ser endamên malbatê pir bûn. Ji ber wê jî sala 1984’an Kohzad tevî malbata xwe neçar bûn koçberê ser axa xwe û nêzî salekê li bakurê Kurdistanê û di bin çavdêriya dewleta Tirkiyeyê de wekî penaber dijiyan. Lê Kohzad hingî jî dest ji doza welat û devera xwe berneda û berevajî xwesteka rayedarên dewletê tevî deh malbatên din careke din vegeriya cihwarê jiyana bav û kalên xwe.

Li girtîgeha Xoyê

Kohzad piştî vegera rojhilat li sala 1985’an hat girtin. Li girtîgeha bajarê Xoyê lêpirsînên dûr û dirêj pê re çêkirin. Ji tirsa xelkê û bandora malbata Simko di nava gel de wan nekarî wî zêdetir ji mehekê bigirin û hat berdan. Lê ew heya sax bû li ser helwest û gotinên wan berpirsan diaxivî ku dixwestin di şikandina kesayetiya wî de bandora malbatê di çavê xelkê de kêm û sivik bikin. Daxwaza ku qet û qet negehiştinê.

Xebatên civakî û siyasî

Kohzad wek kesekî birêz tevî bira û kesên xwe li gişt xebatên xwe yên malbatî û civakî, serbixweyî ya xwe û malbata Simkoyê Şikak parast. Mirov dikare bibêje ku Kohzad sitûna berxwedana malbata şoreşger a Simko bû. Dijmin jî bi çavekî wiha ew didît. Çimkî ew di gişt xebatên xwe de rastî astengî û pirsgirêkên „Îtilata Îranê“ dibû. Her karik dikir, ji aliyê dewleta Xumêynî ve ew kar û pilanên wî dihatin têk dan. Tim armanca dewletê, şikandina hêza berxwedana wî û hevalbendên wî bû ku bikarîbin bi rêyên aborî û çêkirina astengiyan hem wî ber bi xwe ve bikişînin û hem jî bandora gotinên wî li ser xelkê rakin. Lê ew nekete wê davikê ya ku hin kes ji endamên malbata Simko pê re hatibûn xapandin û bêdilî xwe bibûn alîgirên siyaseta dewletê. Kohzad tevî birayên xwe, bi taybetî jî bi nemir Şêrzad re ku kesikî rewşenbîr û akademîk bû, gişt pilanên dijmin pûç dikirin. Di rewşekê de ku hejarî, destkurtî û zextên giran li ser malbata Simko dihatin sepandin, Kohzad rêya xwe ya rast wenda nekir. Wan hemû derî li ber wan girtin û gişt xebatên wan yên ekonomî û civakî berbend kirin lê Kohzad li berxwe dida. Wî nehişt ku malbata Simko bibe amrazek ji bo lîstikên dewleta dagîrker. Ji ber wê jî 2-3 caran hat girtin ku armanc şikandina berxwedana wî bû. Salên dawiyê li binkeyke Sêro hat girtin û heya 48 saetan îşkence kiribûn lê ew dîsa jî mîna çiya rawestiya û reng negûherî. Elbete piştî wan işkenceyan rastî hinek pirsgirêkên fizîkî bû ku laşê wî diêşandin û pirsgirên tenduristiyê jêre durist kirin.

Hewldanên dewletê û berxwedana wî

Nemir Kohzad, wek kesê yekê yê malbata Simko mirovekî naskirî bû. Tevî ku dewleta Xumêynî dixebtî ku bi rêya hin kesên din ve wê heybeta wî bişkêne lê di piraktîkê de kesê yekê her Kohzad bû. Dewleta Xumêynî ji bo têkdana vê balansê, her karik ku ji dest dihat dikir lê biserneket.

Kohzad kesik niştiman perwer, zana, agehdar ji rewşen siyasî ya Kurdistan û alîgirê xelkê hejar û êşkişandî bû. Kesek ku hemû hewlên 35 sal yên dewleta Îranê bo şikandina şexsiyet û berxwedana wî û malbata Simko, têk şikandin. Ji ber wê jî ew wek ewladekî şîrhelal cihê şanaziya malbata Simko û hemû kurdên wilatperwer bû. Ew tevî hemû birayên din, gelek pismam û xizmên wan bi destkurtî û serbilindî dijiyan lê ya girîng ew bû ku Kohzad serê xwe ji kesekî re neçemand. Weke navê xwe mîna çiyayên Kurdistanê bihêz û îrade bû. Wî derfet neda çi kesekî xwedî fikir ji malbata Simko ku ji doza malbata xwe ya rêzdar derkeve. Pirsgirêkên civakî û herêmî, piranî bi rêya wî dihatin çareser kirin lê heke dewletê bixwesta wê rêya çareseriyê têk bide, sernediket.

Daxbariya herî mezin

Mezintirîn daxbarî an jî keder di jiyana Kohzad de, nezanîn û famnekirina doza malbata Simko ji aliyê hin endamên malbata wan ve bû. Wî tim dixwest ku kurdên herêmê û bi taybetî jî hemû endamên malbata Simko bi vê rastiyê bihesîne ku zêdetir ji 500 salan kalk û ejdadên wan di rêya doza Kurdistanê de xebitîne û ser, can û malê xwe pêşkêşî azadiya kurd û Kurdistanê kirine.

Berî demekê Kohzad li pey nexweşiyeke gira li Tehranê wefat kir û ew li gundê Gengeçînê hat veşartin. Gelek xwezî hebûn ku li benda dîtina wan bû, lê sed heyf ew jî mîna mezinên din yên malbatê kete nava dilê wê axa ku aşiqê wê bûn.

Hîvîdarim malbata muhterema Simko û hemû kurdên herêma wan bikarin ji bagera pilanên dijmin bi serbilindî derkevin û di nebûna Kohzad û dûrbûna hinek kesên din de nehêlin derbeyên giran bi siyaneta siyasî ya vê malbata xwedî kar û emek bikeve.

 Kakşar OREMAR

PUKmedia/Rewanbêj

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket