Pêwendiyên YNK û sosyal demokrata Siwêdê pêş dikevin

kurdistani 01:16 PM - 2014-09-14
Pêwendiyên YNK û  sosyal demokrata Siwêdê pêş dikevin

Pêwendiyên YNK û sosyal demokrata Siwêdê pêş dikevin

Di çarçoveya ew pêwendiyên siyasî yên di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiyên Sosyal Demokrat a Siwêdî heye, bi bona her sê hilbijartinên parlemanê û parlemana herêman û şaredariyên welatê Siwêdê ku biryare roja roja yekşemê 14/9/2014`an li tevahiya Siwêdê bête encamdanê, şandeke Yekîtiya Niştimanî YNK ku pêk hatibûn li endamê mekteba pêwendiyên derve Dilpak Tahir û nûnerê YNK li Siwêdê Semîr Salih û Mehdî Rehman ji pêwendiyên derve bo beşdarîli bangeşeya hilbijartinê û proseya hilbijartinê gihêştin welatê Siwêdê.

Şanda navborî roja înê 11/9/2014 li hola ABF li bajarê Stokholmê beşdarî li semînera hilbijartina giştî ya Siwêdê ku li navenda Olf Palme hatibû encamdan kirin.

Destpêkê semîner ji aliyê her du berêzan sekreterê giştiyê navenda Olf Palmê (Jens Orback) û sekretra navdewltî a SAP xatûn (Andrine Winther) bixêrhatina mêvanan kirin ku pêkhatibûn li çendîn grupên cuda cuda ji wan:

 Her weha grupên ew partiyên ku Sosyal demokratin û projeya wan a hevbeş li gel navenda (Olf Palmê) heye ji grupa (Biyabanê Rojava, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK, Polîsaryo, Engola, Filîstîn, Bîlaros, Borma) amadebûn û goftû go kirin,  piştre grupa partiya sosyal democrat û çepên Ewrupa (Fînelenda, Birîtanya, Fransa, Japon, Îstonya, Hengarya) û grupekî din jî Misrê ku tenê dikarîn di babetekê de beşdar bin û ew jî babeta yasaya hilbijartinê û proseya dengdanê li Siwêdê bûye.

Biryare şanda YNK serdana bajarê Vîsteros jî bike bo bangeşeya hilbijartinê û li wir li gel kandîdên Kurd pêkve bangeşê bikin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket